Li Mawayê şer: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Herêma Mawa ya Heskîfê di operasyona leşkerî de ku duh hatibû destpêkirin, 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Binarê Qendîl dîsa hat bombekirin
Dewleta tirk bi balafirên şer gundê Silê yê Binarê Qendîlê bombebaran kir.
Li 3 bajarên Swîsreyê bi sedan name ji CPT'yê re hatin şandin
Kampaynyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re ku li dijî tecrîda Îmraliyê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve hat destpêkirin, li Swîsreyê dewam dike.
Welatî û siyasetmedaran li Şaredariya Wanê cejna hev piroz kirin
Xelkê Wanê û parlamenterên DEM Partiyê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin û pîrozbahiya cejnê li dar xistin.
Li Stenbolê mitînga li dijî qeyûm dê bê lidarxistin
Hêza Ked, Aştî û Demorkasiyê ya Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê dê li Stenbolê mitîng li bar bixe.
Li Çiyayê Araratê operasyona leşkerî hat destpêkirin
Li quntara Çiyayê Araratê-Gilîdaxê bi beşdariya leşker, polîs û cerdevanan operasyona leşkerî hat destpêkirin.
Dadgerê ku krîza mazbataya Wanê derxist hat terfîkirin
Dadger Erhan Çavuşoglû yê ku mazbataya Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan bide betalkirin, hat terfîkirin.
Şewata li Çiyayê Metîna berdewam dike
Li quntara Çiyayê Metînayê di encama bombebarana balefirên şer ên Tirkiyeyê de şewat derket. Şewat ji duh ve didome.
Prof. Lemkow: Divê Ocalan azad bibe
Prof. Loûîs Lemkow diyar kir ku Tirkiye hewl dide tecrîda Îmraliyê normalîze bike, ev hewldanên wê qet nayên qebûlkirin û got: “Ocalan aktorekî mezin e û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd kesekî girîng e. Divê azad bibe.”
Tedawiya Noam Chomsky dê li malê bê domandin
Zimanzan û ramangerê amerîkî Noam Chomsky roja sêşemê ji nexweşxaneyeke li Sao Paûloyê derket û wê li mala wî tedawiya wî bê domandin.
Li Stenbolê pankarta ‘bicehime qeyûm’ bi keştiyê ve daliqandin
Endamên HDK’ê pankarta “Bicehime qeyûm” bi keştiyek ve daliqandin û tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê şermezar kirin.
Konseya Ewropayê: Bila Demîrtaş û Kavala bên berdan
Konseya Ewropayê banga berdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û karsaz Osman Kavala kir.
Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, dernakevin hevdîtin û telefonên malbatê û dadgehan boykot dikin. Çalakiya girtiyan di roja 206’emîn de berdewam dike.
Binpêkirinên mafan ji zarokan re mirin û travmayê tîne
Endama Komeleya Her Der Zarokê Sedanûr Ûgûr destnîşan kir ku fêdeya zarok berçav nayê girtin, zarok rastî cihêkariyê tên û mafên wan berçav nayên girtin. Ûgûr diyar kir ku ev sepan jî dibin sedema mirin û travmayan.