Bakirhan: Berpirsiyarê sereke yê felaketa şewatê DEDAŞ e
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan şewata li ser sînorê Amed û Mêrdînê ku qewimî wek “felaketê” bi nav kir û got: “DEDAŞ li ser xelkê bûye saziyek belayê. Li herêmê kes nabêje DEDAŞ her kes dibêje DEHAQ. Çimkî zilmê li xelkê dike.”
Dermankirina sewalên birîndar didome
Dermankirina çendek sewalên ji ber şewata herêmên çolter ên Amed û Mêrdînê birîndar bûne, di Navenda Lênêrîn û Rehabîlîtasyona Ajalan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de didome.
Danişîna rojnamevan Kaya hat taloqkirin
Danişîna doza rojnamevan Abdullah Kaya yê bi îdiaya “endamtî û alîkariya rêxistinê” tê darizandin, hat taloqkirin.
Duyemîn Doza Kobanê dest pê kir: Em bi tenê jî bimînin dê derewan nekin
Danişîna ewil a “Duyemîn Doza Kobanê” ku derheqê 5 parlamenterên HDP’ê de hatiye vekirin dest pê kir. Huda Kaya di parastina xwe de wiha got: “Başî, aştî û terorîstî bi hev re nabin. Min duh li qadan, li kolanan, li ser kursiyan çi gotibe, îro jî dê ji bo hemû zindiyan, axê, mirovan, başî, aştî û aramiyê bixwazim.”
DTSO’yê ji waliyê Amedê re got: Em heqê xwe li te helal nakin
Waliyê Amedê û qeyûmê berê Alî Îhsan Sû ragihand ku ew ji ber teqawidiyê “helaliyê” dixwaze. DTSO’yê bersiv da walî û got: “Em heqê xwe li te helal nakin. Em we hewaleyî Xwedê dikin.”
Hevşaredar Bucak: Qeyûm ji bûdçeya agirkujiyê 8 milyon TL şandiye
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak diyar kir ku rewşa xebatkar û envanterên beşa agirkujiyê ya şaredariya ji qeyûm dewr girtin gelek xerab e û wiha got: “Rojê derdora 80 îxbarên şewatê tên. Em hewl didin bi 298 xebatkar û 59 wesayîtan xizmetê bidin gel.”
Delalê pîrik û dayika xwe: Şêxmûsê mino
Di Şewata li Çinarê û Şemrexê de xortê herî ciwan ku bedena wî şewitî Şêxmûs Demîr ê 18 salî ye. Lorandin û dengê êşa li ser gora wî olan dide, digihîje erşê esman. Êş û xembariya malbatê dilê merivan dihelîne.
Pankarta ‘qeyûm bicehime’ bi Kuleya Galatayê ve kirin
Parlamenterên DEM Partiyê yên Stenbolê pankarta “Qeyûm bicehime” bi Kuleya Galatayê ve kirin û tayînkirina qeyûm şermezar kirin.
Li ‘Biaxive, tu ji ku yî’ doz hate vekirin: Bikaranîna deng hatiya astengkirin!
Derheqê Suleyman Salgucak de ku di roja hilbijartinê de li dijî leşkerên veguhestî yên Şirnexê bi gotina “Biaxive, tu ji ku yî?” bertek nîşan dabû, bi îdiaya “Nehiştine hilbijêr biçe ser sindoqê” doz hate vekirin.
Rojnamevan Oremar: Li Îranê kurd dê neçin ser sindoqan
Rojnamevan-nivîskar Kakşar Oremar ê diyar kir ku her 6 kesên ku dê di hilbijartinên serokkomariyê yên li Îranê bên kirin de bikevin pêşbaziyê “bisabiqe” ne û bi lêv kir ku hilbijêrên kurd ên mafên wan tên xespkirin dê neçin ser sindoqan.
Hatîmogûllari: AKP’ê ji bo ku nekarî bi kurdan serî bide tewandin ev doz vekir
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya beriya danişîna Doza Kobanê ya Duyemîn axivî, wiha got: “AKP’ê ji bo ku ji aliyê siyasî ve nekarî HDP’ê têk bibe û nekarî bi gelê kurd serî bide tewandin ev Doza Komployê ya Kobanê vekiriye.”
Serokê DTSO’yê Kaya: Em ê nehêlin ku aramiya bajarê me were xerakirin
Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya nerazîbûn nîşanî komên nêzî HUDA-PAR’ê ku êrişî dikanên li Amedê dikin da û got: “Divê hikûmet, rêveberiyên xwecihî û rêxistinên sivîl bi ser vê meseleyê ve biçin. Ev wezîfeya me ya hevpar e. Em ê nehêlin ku aramiya vî bajarî bê xerakirin.”
Hinceta cezayê ku li rojnamevanan hat birîn: Bi nûçeyan moral geş kirine!
Di doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de ceza li rojnamevanan hatibû birîn. Di biryarê de xebatên rojnamevaniyê hatin krîmînalîzekirin û hat derpêşkirin ku rojnamevan bi nûçeyan "moral motîvasyona rêxistinê geş kiriye."
Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, dernakevin hevdîtin û telefonên malbatê û dadgehan boykot dikin. Çalakiya girtiyan di roja 212’emîn de didome.
Ji nûnerên sendîkayan banga mitînga Kartalê
Nûnerên sendîkayan ku ji bo mitînga dê li Qada Kartalê li dijî qeyûm bê lidarxistin bang kirin û got: "Em ji bo azadiya xwe û keda xwe hemû kedkaran vedixwînin mitînga li Kartalê."