16 kesên êrişî Starbucks û Burger Kingê kiribûn hatin binçavkirin
Li Amedê ji wan komên ku êrişî Burger King û Starbucksê kiribûn, 16 êrişkar hatin binçavkirin.
Derheqê 3 kesên biryara ‘Operasyona Vegera li Jiyanê’ dabûn serlêdana sûc hat kirin
Derheqê Wezîrê Karên Hundir ê demê Sadettîn Tantan, Serokê Daîreya Îstîxbaratê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan Alî Aydin û Midûrê Giştî yê Girtîgehan Alî Suat Ertosun ku biryara “Operasyona Vegera li Jiyanê” îmze kiribûn de serlêdana sûc hate kirin.
Bêyî ku biryara dadgehê hebe ji bo hevşaredaran biryara qedexeya derve
Hate zanîn ku bêyî ku biryara dadgehê hebe ji bo pasaporta 9 hevşaredarên DEM Partiyî re biryara tedbîrê hatiye dayîn.
Cenazeyên HPG’iyan bi roja ye li morgê tên sekinandin
Cenazeyên 4 endamên HPG’ê ku tê gotin li çoltarê Elkê jiyana xwe ji dest dane, li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin. Malbatan gotin ku cenaze şewitîne û nayên naskirin.
Şandeya CHP’ê li herêma şewatê ye: Dozger vexwendin peywîrê
Şandeya CHP’ê ya serdana herêmên şewatê yên di navbera Amed û Mêrdînê kirin wiha got: “Ji bilî li vir ji dayikbûne û dijîn tu sûcê hemwelatiyên me nîne. Heke ev sûc be, belê em sûcdar in.”
Ji herêma operasyonê 2 cenaze anîn nexweşxaneya Êlihê
Hat zanîn ku ji herêma operasyonê ya li Çiyayê Mawayê 2 cenaze anîne Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê.
Koçyîgîtê ji desthilatê pirsî: Bi DEDAŞ’ê re têkiliyeke we ya çawa heye
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît a bertek nîşanî mudaxileya dereng a karesata şewatê da, wiha got: “AKP’a ku di qedexe û zextan de leza wê nayê nîqaşkirin, dema erdhej be, lehî be şewat be bi leza kûsî tevdigere û mirovan bi awayekî bêçare li holê dihêle.”
Platforma Bajêr: Bila têkildarî êrişan lêpirsîn bê destpêkirin
Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê xwest têkildarî êrişên li ser Starbucks û Burger Kingê lêpirsîn bê destpêkirin.
Li Girtîgeha Amedê 32 girtî ji xwarinê jehrî bûne!
Li Kampûsa Girtîgeha Amedê 32 girtî ji ber xwarinê jehrî bûne û ew rakiine nexweşxaneyê. Baroya Amedê, OHD’ê û ÎHD’ê bang li rayedaran kirin ku wezîfeya xwe pêk bînin.
Ciwanê di Gola Wanê de winda bûye hêj nehate dîtin
Ahmet Hîlmî Hanalp ê dixwest derdora Girava Çarpanakê avjeniyê bike, di Gola Wanê de winda bû. Xebatên peydakirina Hanalp di roja 5’emîn de berdewam dikin.
Encumenên DEM Partiyê çûn şaredariyê: Me muxatab nedîtin
Encumenên Şaredariya Colemêrgê yên DEM Partiyê ji bo rojeva civînên meclise ku dê 1’ê tîrmehê bê lidarxistin, diyar bikin çûn şaredariyê. Lê encumenan diyar kirin ku wan muxatab nedîtiye.
Ji bo Abdullah Ocalan dê li ber CPT’yê bi girseyî daxuyanî bê dayîn
Kurd û dostên wan dê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sibê li ber CPT’yê daxuyaniyeke girseyî bidin.
Duyemîn Doza Kobanê sibe dest pê dike
Bi hinceta bûyerên Kobanê derheqê 5 siyasetmedarên HDP’î de doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê dê sibe bê lidarxistin. Siyasetmedar ji kesên di bûyerên Kobanê de jiyana xwe ji dest dayîn tên sûcdarkirin.
Li Bedlîs û Sêrtê operasyon: Daristan tên bombebarankirin
Hat zanîn ku di operasyona li navçeya Xîzan a Bedlîsê û herêmên Şîrwan û Perwarî yên Sêrtê de qadên daristanan tên bombebarankirin û gund hatine dorpêçkirin.
Li Elkê pêvçûnên dijwar diqewimin
Hate diyarkirin ku operasyona li bejahiya 3 gundên Elkê hatiye destpêkirin didome û li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin.