Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
Siyasetmedaran bi bîr xistin ku doza Komkujiya Madimakê ji ber demborînê betal bûye û gotin ku di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe. Siyasetmedaran xwestin ku biryar bê betalkirin û bersûc ji ber sûcê li dijî mirovahiyê bên darizandin.
Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
Dayika Aştiyê Meryem Soylû ya li Meclisê axivî, xwest ku ji bo aştî û edaletê deriyên Îmraliyê bên vekirin û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were.
Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
Halîl Yakût ji roja hatiye binçavkirin heya niha di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Yakût bi daxwaza derbasî qawîşa hevalên xwe yên ji heman dozê tê darizandin bibe, ev 78 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
Çawişên pispor ên li Çelê du zarokên keç tacîz kirin, piştî îfadeya li emniyetê hatin berdan.
Şewata pirêzeyê li daristanê ket
Şewata pirêzeyê ya li navçeya Kozanê derketiye, li daristanê ket.
Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
Karkerek li nexweşxaneya bajêr a Artûklûyê ku dixebitî di bin mîksera betonê de ma û jiyana xwe dest da û karkerek jî birîndar bû.
Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi tilîlî û dirûşmeyan şermezar kirin.
Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari daxuyaniyên Erdogan ên têkildarî Esad bi bîr xist û wiha got: “Rêya lihevkirina bi Şamê re, ji Qamişlo û Kobanê re derbas dibe.”
Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
Li Edeneyê Îklîm Altinsoy, ji aliyê zilamê ku ew berdayî ve hate qetilkirin. Li Rihayê jî cenazeyê Ayşe G. ya hate îdiakirin ku ketiya qenala avê ya aydê DSÎ’yê piştî sê rojan hate dîtin.
Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
Ji bo “Meşa Rêzgirtina li Îradeyê” ku dê sibe ji Wanê ber bi Colemêrgê ve dest pê bike û 6 rojan bidome, sibe saet di 15.00’ê de li Parka Mûsa Anter bernameyeke girseyî ya pêşwazîkirinê û oxirkirinê bê lidarxistin.
Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 40 meh in agahî jê nayên girtin, serlêdan kirin.
‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
Rojnameger Zeynep Boran diyar kir ku sedema protestoyên li Sûriyeyê ne ji ber êrişên nîjadperest ên li Tirkiyeyê hatine kirine û wiha got: “Sedema esasî ew e ku Tirkiye xwe nêzî Sûriyeyê dike û komên paramîlîter ên ereb jî ditirsin ku bên tesfiyekirin.”
Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
Şardariya Guzelbahçeyê navê Alî Îsmaîl Korkmaz ê di dema çalakiyên Geziyê de hatiye qetilkirin, li parkekî kir.
Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
Hunermend Sena Şat a di nava kesên ku projeya Navenda Hafizayê ya Komkujiya Madimakê xistin meriyetê de cih digire, wiha got: “Muzeya dîjîtal bigerin, jiyana wan bixwînin û tiştên ku kirine bibînin. Ji ber ku cihê her yek ji wan cuda û girîng e.”
2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
Parêzerên ÇHD’î Naîm Emînoglû û Dogû Încesû di serdagirtina malan de hatin binçavkirin.