Doza 11 rojnamegerên MA û JINNEWS’ê: Li 8 rojnamegeran ceza hate birîn
Di doza 11 nûçegihanên MA û JINNEWS’ê de şandeya dadgehê ji bo 3 rojnamegeran biryara beraetê da û li 8 rojnamegeran jî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birî.
Danişîna 1’ê Gulanê: Berxwedan ne sûc e
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê di daxuyaniya dane de anîn ziman ku ew ê girtiyên 1’ê Gulanê bigirin û da zanîn ku ew ê li hundir û derve berxwedana xwe bidomînin.
Rapora DFG'ê ya hezîranê: Gefxwarina rojnamevanan û astengkirina nûçeyan berdewam kir
DFG rapora meha hezîranê aşkere kir û diyar kir ku di çalakiyên li dijî qeyûm de êrişî rojnamevanan hatiye kirin, gef li wan hatine xwarin û bi mûameleya xerab re rû bi rû mane û da zanîn ku xwegihandina 2 hezar û 150 nûçeyan hatiye astengkirin.
Li Hindistanê îzdîham: 121 kes mirin
Li bakurê Hindistanê îzdîham çêbû û bi piranî jin, bi giştî 121 kes jiyana xwe ji dest dan.
Cenazeyê li morgê dihat sekinandin li goristana bêkesan hate definkirin
Cenazeyê HPG’iyê ku di encama bombebarana li çoltarê Elbakê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî mehekê li goristanan bêkesan hate definkirin.
Meşvanên li dijî qeyûm ji Êlihê berê xwe dan Wanê
Çalakvanên “Meşa ji Îradeyê re Rêzgirtin” ku li dijî qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê duh gihîştibûn Êlihê û ji vir ber bi Wanê ve derketin rê.
Hesen Koçer: Heke Şam bi diyalogê re be em jî amade ne
Cigirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer ê gotinên “asayîbûnê” yên di navbera dewleta tirk û Sûriyeyê de nirxand, wiha got: “Heke hikumeta Şamê bibejê ‘em bi hevkirin an jî diyalogên siyasî re ne’ em jî amade ne.”
Çapar: Sedema êrişên li dijî penaberan nefreta civakî ye
Endamê Platforma Piştevaniya bi Penaberan re Îsmaîl Çapar got ku nefreta civakî ya hatiye avakirin rê li ber êrişên nîjadperest ên li dijî penaberan vedike û wiha got: “Bi avakirina mercên jiyanê yên hevpar dikare ev hişmendiya neyînî ji holê were rakirin.”
Li ser Rêya Hevrîşimê qeza: Kesek mir
Li ser Rêya Hevrîşimê qeza trafîkê pêk hat û şofêrê bi navê Mehmet Ateş jiyana xwe ji dest da.
Direhî: Heke Şam dixwaze ji krîzê derkeve divê Rêveberiya Xweser qebûl bike
Endamê Navenda Lêkolînên Stratejîk ê Rojavayê Kurdyar Direhî bal kişand ku ne pêkane ji diyalogeke gengaz a di navbera Enqere û Şamê de lihevkirinek pêk were û wiha got: “Heke rejîma Sûriyeyê dixwaze ji krîzê derkeve neçare Rêveberiya Xweser qebûl bike.”
Zarokekî sûriyeyî hate kuştin
Komeke nîjadperest li navçeya Serîkê êrişî zarokê 17 salî yê sûriyeyî Ahmet Handan El Naîf kirin û qetil kirin.
Qeyûm 100 hezar lîre daye provakatora li pêşiya DEM Partiyê
Derket holê ku Nazli Sancar a her hefteyê dihat li pêşiya DEM Partiyê û heqaret li partiyiyan dikir, di dema qeyûm de her meh, di bin navê ‘alikariyê’ de pere stendiye.
Serokê Giştî yê VELÎ-DER’ê: Divê malbat ji bo pêşeroja zarokan xwe birêxistin bikin
Serokê Giştî yê VELÎ-DER’ê Omer Yilmaz diyar kir ku îktîdar hewl dide pergaleke perwerdeyê ya paşverû ava bike û wiha got: “Divê malbat li dijî bêedaletiyên di perwerdeyê de dengê xwe bilind bikin û ji bo pêşeroja zarokên xwe, xwe birêxistin bikin.”
Rapora pispor cara duyem got: Li Çemê Zorê çêkirina HES’ê ne guncav e
Di rapora pispor a têkildarî çêkirina HES’ê ya li ser Çemê Zorê de hat gotin wê HES ekosîstemê tune bike û bi pirdengiyê biryar hat dayîn ku çêkirina HES’ê ne guncav e.
Bi rojan e li pêşiya nexweşxaneyê ne: Dixwazim keça xwe bibînim
Hasret Kaçar û Nûrettîn Tekîn ên 16 roj berî niha di operasyona leşkerî ya li Herêma Mawa de birîndar bûn. Malbatên wan ên ji zarokên xwe agahî nagirin ji bo hiqûqa heyî were sepandin bang kirin.