Li Rihayê qeza: Kesek mir
Li Rihayê qeza: Kesek mir

Di qezaya li ser rêya Riha-Dîlokê de kesekî jiyana xwe ji dest da.

Çalakiya ji bo 'azadiyê' di roja 220’an de ye
Çalakiya ji bo 'azadiyê' di roja 220’an de ye

Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, dernakevin hevdîtin û telefonên malbatê û dadgehan boykot dikin. Çalakiya girtiyan di roja 220’emîn de didome.

Rojnamevan Herekol: Wê bandorê li tevahiya Başûr bike!
Rojnamevan Herekol: Wê bandorê li tevahiya Başûr bike!

Rojnamevan Armanc Herekol ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe nirxandin, got ku heke Tirkiye di êrişan de bi ser bikeve wê tevahiya Başûr bandorê ji êrişan bigire.

Li dijî girtîgehên wekî 'Çalan' di çalakiyê de ne: Rewşa wan nebaş e
Li dijî girtîgehên wekî 'Çalan' di çalakiyê de ne: Rewşa wan nebaş e

Hat diyarkirin ku gardiyanan Nûrettîn Kaya yê li dijî rawestandina sewqên ji bo girtîgehên wekî "çalan" bê rawestandin di rojiya mirinê de ye kontrol dikin bê ka miriye yan na û Alîşan Gul ê bi heman daxwazê di rojiya mirinê de ye jî bi zorê li ser pêyan disekine.

Dayika girtiya ku bi zorê dimeşe: Bi fikar im
Dayika girtiya ku bi zorê dimeşe: Bi fikar im

Selver Karakoç ê ragihand ku platîna di lingê keça wê Zeynep Gonca Karakoç a li Girtîgeha Şakranê de şikiyaye û ji ber vê keça wê bi zorê dimeşe û got: "Em bi fikar in."

ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2024'AN

Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm di roja 25’emîn de ye
Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm di roja 25’emîn de ye

Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr di çalakiya nobedê ya li Qada Şîşhane ya li dijî desteserkirina îradeyê de axivî û got, "Çanda komkujî û bêhiqûqiyê ya li vî welatî nîşan dide ku welat demokratîk nebûye. Çareseriya vê bi têkoşîna hevpar e."

Meşa 'Rêzgirtina Li Vînê' li Êlihê ye
Meşa 'Rêzgirtina Li Vînê' li Êlihê ye

Kesên tevlî çalakiya "Ji Îradeyê re rêzê bigirin" bûn peyama ,"Em ê têkoşîna xwe bidomînin" dan.

Banga ji bo 'Rêzgirtina Li Vînê'
Banga ji bo 'Rêzgirtina Li Vînê'

Li bajarê Wanê ji bo meşa "Rêzgirtina Li Vînê' ku dê sibehê li Wanê dest pê bike, belavok hat belavkirin û banga tevlîbûna meşê hat kirin.

Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn
Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn

Li Stenbol, Wan û Îzmîrê qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn.

Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin
Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin

Xebatkarên bankamatîkê yên şaredariyê xwestin li pêşiya Şaredariya Sûrê provakasyonê bikin. Li dijî provakasyonê, welatî li pêşiya şaredariyê kom bûn û piştgirî dan şaredariyê.

Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin
Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin

Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê ku li ber AYM'ê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto kirin, gotin: "Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rakin. Em destê xwe bidin hev. Heya hevdîtin bi birêz Abdullah Ocalan re neyên kirin wê pirsgirêka li Tirkiyeyê çareser nebe."

Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin
Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin

Hat destnîşankirin ku li girtiyên sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Karatepeyê hatine kirin, lêgerîna tazî farz kirine.

DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir
DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir

DEM Partiyê li dijî êrişên ser penaberên Sûriyeyê banga civîna lezgîn li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê kir.

Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî
Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekî bang li Sûriyeyî û hêzên wê yên siyasî kir ku ji bo rizgarkirina Sûriyeyê kongreyeke nîştimanî li dar bixin û wiha hat gotin: "Diyalog bingeha her çareseriyeke siyasî ye."

< 762 763 764 765 766 > Rupel 764 / 5.358