Ji ber bobelata ceyranê giliyê Serokê Şaredariya Îzmîrê hat kirin
Têkildarî ceyrana qaçax ku li Îzmîrê bûbû sedema mirina du kesan der barê Serokê Şaredariya Îzmîrê Cemîl Tugay û serokşaredarê berê Tunç Soyer jî di nav de 5 serokan de gilî hat kirin.
Bangawaziya hevpar: Divê biryara Can Atalay were pêkanîn
DÎSK, KESK, TMMOB Û TTB bang kirin ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê Can Atalay de dabû, were pêkanîn.
Li Elkê 3 gund du meh in di bin dorpêça leşkerî de ne
Qedexeya ku piştî operasyona leşkerî li gundên Hemka, Pîrosa û Melesa yên Elkê dest pê kir berdewam dike. Ji bilî şêniyên gundan kes nikare biçe van gundan.
Tedawiya girtiya siyasî ya nexweş tê astengkirin
Hevşaredara Bazîdê ya berê Delal Tekdemîr ku di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de ye û protez di her du çongên wê de ne, nayê dermankirin.
Dayika girtiyî ya li dij tecrîdê têdikoşe: Em jiyanekî wekhev dixwazin
Behiye Sevîm a li dijî tecrîda ji Îmraliyê balevî hemû girtîgehan bûye têdikoşe wiha got: “Em di nav şert û mercên wekhev de jiyanekî azad dixwazin. Bi qasî ku tecrîd neyê rakirin em ê li qadan bin.”
‘Qedexekirina kurdî tê wateya qedexekirina hebûna kurdan’
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Amedê bertek nîşanî qedexeyên li dijî kurdî dan û wiha gotin: “Qedexekirina zimanê kurdî tê wateya qedexekirina hebûna kurdan.”
Nivîskar Yurtsever: Tirkiye dixwaze cihên hatine valakirin dagir bike
Nivîskar Engîn Yurtsever diyar kir ku Tirkiye hewl dide cihên hatine valakirin dagir bike û wiha got: “Rojhilata Navîn di nava şerekî de ye û dê gelek sînor biguherin. Tirkiye dixwaze sînorên xwe berfireh bike. Lê ew hêza wê nîne.”
Îsraîlê dîsa êrişî dibistanan kir: 30 kes mirin
Îsraîlê li Xezayê êrişî du dibistanan kir û piraniya wan zarok, 30 kesan jiyana xwe ji dest da.
Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin: Em berxwedana jinan silav dikin
Di daxuyaniya bi boneya 10’emîn salvegera komkujiya bi destê DAIŞ’ê li êzdiyan hatiye kirin de wiha hat gotin: “Em berxwedana jinên ezdî ya ku ji bo hemû jinên cîhanê bûye mînak silav dikin.”
Prof Ekîncî yê gotibû ‘Pêşî Kurdî’ vexwendin îfadeyê
Prof. Dr. Ekîncî yê di dema nivîsên hişyariyê yên bi kurdî hatin jêkirin de parvekirina “Pêşî Kurdî” kiribû, bi giliya Partiya Zaferê û MHP’ê vexwendin îfadeyê.
Hevserokên TUHAYDER’ê hatin berdan
Hevserokên Ege TUHAYDER’ê Nîlay Guleser û Dîlaver Keklîk hatin berdan.
Li Qersê du malbat bi şer ketin: 4 kes birîndar bûn
Li gundê Sogutlu yê Qersê du malbat bi şer çûn. Di şer de 4 kes birîndar bûn.
Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Guftûgo û muzakere welêt parçe nakin
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de xwestin tecrîd were rakirin û gotin: “Guftûgo û muzakere welat parçe nakin.”