Damezirînerê SADAT’ê Tanriverdî mir
Damezirînerê SADAT’ê Tanriverdî mir

Damezirînerê SADAT’ê Adnan Tanriverdî ku demekê şêwirmendiya “ewlehiyê” ji bo serokkomar Erdogan dikir, mir.

Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê pir girîng e
Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê pir girîng e

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pir girîng e.”

DEM Partî çû serdana girtiyên Doza Geziyê
DEM Partî çû serdana girtiyên Doza Geziyê

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan çûn serdana girtiyên Doza Geziyê Çîgdem Mater û Mîne Ozerden.

Komên paramîlîter li Efrînê 4 welatî revandin
Komên paramîlîter li Efrînê 4 welatî revandin

Artêşa tirk û komên wê yên paramîlîter li Efrînê 4 welatî revandin. Komên paramîlîer ji bo berdana welatiyan ji malbatên wan fîdye xwestin.

Bîlançoya şer a meha tîrmehê hat eşkerekirin
Bîlançoya şer a meha tîrmehê hat eşkerekirin

Bîlançoya şerê meha tîrmehê hate eşkerekirin. Li gorî bîlançoyê di tîrmehê de SÎHA’yek û 2 helîkopterên dewleta tirk hatin xistin û 56 leşker jî hatine kuştin.

Rewşa girtiyê di greva birçîbûnê de giran dibe
Rewşa girtiyê di greva birçîbûnê de giran dibe

Endamê koma Grup Yorumê Vedat Dogan 124 roj in li girtîgehê di greva birçîbûnê de ye. Dayika Dogan, Sara Dogan diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya kurê wê giran dibe û wiha got: “Nikare tifika xwe jî daqûrtîne. Bila daxwazên kurê min bên qebûlkirin.”

Girtiyê ku di hefteyekê de 3 caran rakirin nexweşxaneyê nayê berdan
Girtiyê ku di hefteyekê de 3 caran rakirin nexweşxaneyê nayê berdan

Girtiyê bi navê Yildirim Demîr tevî nexweşiyên weke prostat, xwîna ji mîdeyê wî tê û nedîtinê jî nayê berdan. Keça Demîr, Rojgul Ozdemîr xwest ku bavê wê yê hefteyê sê caran rakirin nexweşxaneyê were berdan.

Kayayê ji Partiya Saadetê: Bi êrişan dixwazin kurdî krîmînalîze bikin
Kayayê ji Partiya Saadetê: Bi êrişan dixwazin kurdî krîmînalîze bikin

Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê Bulent Kaya diyar kir ku kurdî bi êriş û qedexetan tê krîmînalîzekirin û got: "Ji salên 90'î heya niha ev nîqaşên bêber ên der barê meseleya kurd de tên kirin. Lê ji xeynî windakirinê bi kêrî tu tiştî nayên."

Mûgûç ê OHD'î: Kesên welatekî demokratîk dixwazin divê li dijî tecrîdê rabin
Mûgûç ê OHD'î: Kesên welatekî demokratîk dixwazin divê li dijî tecrîdê rabin

Muhîttîn Mûgûç ê OHD'î destnîşan kir ku kesên welatekî azad dixwazin divê li dijî tecrîdê rabin.

ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2024’AN
ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2024’AN

Di çalakiya li dijî qeyûm de banga têkoşîna hevpar
Di çalakiya li dijî qeyûm de banga têkoşîna hevpar

Rêxistina Bajarê Edeneyê ya DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî tayinkirina qeyûm da û banga têkoşîna hevpar k

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û komkujî şermezar kirin
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û komkujî şermezar kirin

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes bi boneya 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê daketin qadan û komkujî şermezar kirin. Welatiyan banga peyamên piştgiriya bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re dan.

Jinên êzîdî banga ‘bila ji berpirsên komkujiyê hesab bê pirsin’ kirin
Jinên êzîdî banga ‘bila ji berpirsên komkujiyê hesab bê pirsin’ kirin

Jinên êzîdî di salvegera Komkujiya Şengalê de xwestin ku ji berpirsyarên qirkirinê hesab were pirsîn.

Ji bo girtiyên nexweş Yaşar û Aytaç banga berdanê kirin
Ji bo girtiyên nexweş Yaşar û Aytaç banga berdanê kirin

Di çalakiya “Rûniştina F” yê ya li Stenbolê de ji bo girtiyê nexweş Mûstafa Yaşar ku ji sedî 68 astengdar e û nexweşê Wernicke Korsakofê ye û di çalakiya Enqereyê de jî ji bo girtiyê nexweşê penceşêrê Mûstafa Aytaç banga berdanê hate kirin.

Banga ‘Komkujiya Şengalê weke qirkirin qebûl bikin’ hat kirin
Banga ‘Komkujiya Şengalê weke qirkirin qebûl bikin’ hat kirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê Komkujiya Şengalê şermezar kir û wiha bang li civata navneteweyî kir: “Komkujiya Şengalê weke qirkirin qebûl bikin.”

< 700 701 702 703 704 > Rupel 702 / 5.358