Dayika ev sê sal in li cenazeyê keça xwe digere: Qet nebe bila gora wê hebe
Endama YJA STAR’ê Bîşeng Hezer di 3’yê gulana 2021’an de li başûre Kurdistanê jiyana xwe ji dest da û ev 3 sal in cenazeyê wê nayê dayin. Dayika Hezer, Ayşe Hezer xwest cenazeyê keça wê bê dayin û ji bo vê alîkarî ji rêxistinên hiqûqî û parastvanên mafên mirovan kir.
Li Osmaniyeyê kesek ji ber govendê hat girtin
Li Osmaniyeyê 5 kes bi hinceta di dawetê de li ber muzîka kurdî govend gerandine hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin, Hîvda Kahraman hat girtin.
Rojnamevan Ren hat berdan
Rojnamevan Derya Ren a ku berdana wê hat taloqkirin ji girtîgehê derket. Ren li ber girtîgehê bi girseyî hate pêşwazîkirin.
Li Efrînê îşkence li 2 zarokan hate kirin
Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li Efrînê îşkence li 2 zarokan kir û welatiyek revandin.
Dayikên Aştiyê banga mezinkirina daxwaza aştiyê kirin
Dayikên Aştiyê li Qoserê daxuyanî dan û bang li hemû dayikên cîhanê kirin ku daxwaza aştiyê hin bêtir bînin ziman.
Rapora girtîgehên Egeyê: Muameleya xerab û tundî li girtiyan tê kirin
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Îzmîrê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Herêma Egeyê eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku tundî, heqaret û muameleya xerab li girtiyan tê kirin û tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye.
9 baregehên nû hatin çêkirin, 184 malbatan malên xwe terikandin
Ji ber êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê, 184 malbatan ji neçariya xwe koç kirin. Dewleta tirk li herêmê 9 baregehên leşkerî yên nû ava kir.
Ji bo pirsa xizmeta bi kurdî bersiva ‘dewleta tirk dabeş nabe’ da
Wezareta Parastinê bersiv da pêşnûmeya têkildarî xizmeta bi zimanê kurdî û bi çar xalên ewil ên di Destûra Bingehîn de ku dibêje “Dewleta Tirkiyeyê bi welat û miletê xwe yekpar e nabe ku bê dabeşkirin. Zimanê wê tirkî ye.” bersiv da.
Girtiyê kurd li Îranê hat bidarvekirin
Hat zanîn ku siyasetmerê kurd ê girtî Reza Resaî yê bi hinceta beşdarî çalakiyên protestokirina Jîna Emînî bûye û di kanûna 2023’yan de cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, hat bidarvekirin.
Ji bo betalkirina biryara BTK’ê ya li ser Instagramê doz hat vekirin
Yaman Akdenîz û Kerem Altiparmak, ji bo betalkirina biryara BTK’ê ya li ser Instagramê bi hinceta “Li dijî qanûna bingehîn e” serî li 13’emîn Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê dan.
ÎSÎG: Di meha tîrmehê de 144 karker mirin
Meclisa ÎSÎG’ê rapora cînayetên kar a meha tîrmehê eşkere kir û di raporê de hat diyarkirin ku 144 karker mirin e.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 41 meh in tu agahî jê nayên girtin, serlêdan kir.
Anket: Dengê AKP’ê daket ji sedî 26’ê
Li gorî anketa dawî ya Lêkolîna Metrepollê, rêjeya dengê AKP’ê daket ji sedî 26,1’ê.
Dadgeha Iraqê biryar da ku Tevgera Azadî û PADÊ bên girtin
Encûmena Bilind a Dadgeha Iraqê biryar da ku Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û PADÊ jî di nav de, 3 partiyên siyasî werin girtin.