Remzî Kartal: AKP'ê hişê xwe xwariye, Tirkiye di pêvajoya guherînê de ye
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, diyar kir ku êrişên bi hevkariya PDK'ê pêngava dawî ya desthilata AKP'ê ye û got: "Hevsengiya wan xera bû. Tirkiye di nava pêvajoyeke mezin a guherînê de ye."
Dê li Zozanên Hasandînê mitîng were lidarxistin
Li Zozanên Hasandînê li dijî kana madenê ya dixwazin çêbikin, banga tevlibûna mitînga 10’ê tebaxê hate kirin.
Bi ser qetilkirina Huseyîn Deniz re 32 sal derbas bûn: Kujerekî bavê min mamosteyê lîseya min bû
32 sal di ser qetilkirina Rojnameger û Nivîskar Huseyîn Denîz re ku ji aliyê endamên Hîzbullahê ve hat qetilkirin, derbas bûn. Keça Huseyîn Denîz, Zozan Denîz, der barê kujerê bavê xwe de cara ewil bîranînek xwe vegot: “Ji kujeran yek jê li lîseya ku min lê dixwend mamoste bû. Dema ku sûcdar em didît serê xwe dizîvirand, lê me dizanî ku ew sûcdar e. Her cara ku me ew kes didît, me bi kîn, nefret û bi jan li wî dinêrî.”
Girtiyê nexweş ê ku di hucreyê de tê girtin nayê dermankirin
Girtiyê bi navê Osman Çaglar ê li Girtîgeha Panosê di hûcreyê de tê ragirtin, tevî nexweşiyên wî yên dil û îdrarê hene jî nayê dermankirin. Dayika wî Hatîce Çaglar, diyar kir ku kurê wê ji ber îşkenceya ku lê hatiye kirin nexweş ketiye û xwest tedawiya kurê wê bê kirin.
Li Osmaniyeyê 4 kes ji ber govendgerandinê hatin girtin
Li Osmaniyeyê 4 kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hatin girtin.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê li Îmraliyê hevdîtin pêk bên
Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi boneya salvegera hevdîtina dawî ya parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re daxuyaniyek da û got: "Divê demildest gavên demokratîk bên avêtin û li Îmraliyê hevdîtinên parêzeran bên kirin."
Balafirên şer bombe li gundekî Dihokê barandin û şewat derket
Balafirên şer ên Tirkiyeyê bombe li gundê Guherzê yê bi ser Dihokê ve barandin û piştre agir bi dar û deviyan ket.
Li girtîgaha Tîpa M ya Êlihê ferzkirina tekmîl û jimartina ser piya
Şaxa ÎHD’a Êlihê destnîşan kir ku li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê lêgerîna tazî, jimartina ser piya, di hevdtîtina malbat û telefonê de sepana tekmîlê ferz dikin.
Zêdetirî milyonek navên navnîşanan hatine astengkirin
Bi dawiya meha adarê ve li Tirkiyeyê hejmara malperên webê û navên navnîşanan ên hatine astengkirin milyonek derbas kir.
Li Nîgdeyê di 7 mehan de hejmara kûçikan ji 800’an daket 30’an
Parlamentera DEM Partiyê Necla Demîr diyar kir ku kuştina kûçikan a li Nîgdeyê 7 meh beriya qebûlkirina qanûna rê li ber kuştina kûçikan vedike dest pêkiriye û wiha got: “Di nava 7 mehan de hejmara kûçikan a li Nîgdeyê ji 800’an daket 30’an.”
Derbarê rojnameger Karakoç de biryara girtîn û îade kirinê
Holanda derbarê rojnameger Serdar Karakoç de biryara girtin û îade kirina Almanyayê da.
Encamên nimûneyên ji avahiyên nexweşxaneyan hatin girtin nayên eşkerekirin
Rêxistinên civaka sivîl ên Amedê xwestin ku nimûneyên avahiyên Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî û Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan a Amedê ku ji bo tespîtkirina xesara di erdheja 6’ê Sibatê de hatibûn girtin, bên eşkerekirin.
Hevserokê HDP’î yê navçeyê hate berdan
Hevsrokê navçeya Geverê yê HDP’ê yê berê Fîkret Tûrgût, piştî cezayê xwe yê 8 salan temam kir, hate berdan.
HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
Li gorî daxuyaniya HPG’ê ya di ANF’ê de, di şer û pevçûnên li Zapê de 14 leşker hatine kuştin.