Li Enqereyê qeza: 9 kes mirin, 26 kes birîndar bûn
Otobûsa rêwiyan li ser rêya Enqere-Eskîşehîrê qeza kir. Di qezayê de 9 kes mirin û 26 kes jî birîndar bûn.
Ji bo nivîseke rojnameyê 7 sal û nîv ceza hat dayin!
Zekî Kayar ê 31 sal in girtî ye, ji ber nivîsek ji Rojnameya Ozgur Gundemê re nivsiye sal û nîvek cezayê propganadayê lê hatiye birîn û berdana wî jî 6 salan hatiye taloqkirin. Lê tiştên ku Kayar pê tê tawanbarkirin ji nivîseke din hatine stendin.
Stranên nijadperest bi kesên ji ber 'govendê' hatin girtin dane guhdarkirin
Serokê ÎHD a Amedê Ercan Yilmaz ku serdana Girtîgeha Tîpa M a Êlihê kir, diyar kir ku kesên li Êlihê bi hinceta govendgerandinê hatine girtin heta wan birine girtîgehê muzîkên nijadperest bi wan dane guhdarkirin û bal kişand ser tenduristiya dayikên girtî.
Komên girêdayî Şamê li Dêrazorê 13 kes qetil kirin
Komên girêdayî hikûmeta Şamê li Dêrazorê zarok jî di nav de 13 kes qetil kirin.
Farisogûllari: Çareserî, paradîgmaya Abdullah Ocalan e
Endamê Lijneya Dîwanê ya KCDK-E’yê Mûsa Farisogûllari diyar kir ku hêzên navneteweyî jî şirîkên tecrîda li Îmraliyê ne û wiha got: “Çareseriya şerên li Rojhilata Navîn, di paradîgmaya Abdullah Ocalan de veşartî ye.”
Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da gelek bajaran
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo gelek bajaran hişyariya barîna barana zêde kir.
2 gundên Silêmaniyeyê hatin bombebarankirin
Balafirên bêmirov yên Tirkiyeyê du gundên devera Şarbajêr ya girêdayî Silêmaniyê bombebaran kirin. Li gor agahiyên destpêkê gelek zirara madî gihaştiye rez û baxên gundiyan.
Eniya Tirkmenan: Me li ser Kerkûkê bi PDK û ereban re li hev kir
Serokê berê yê Eniya Tirkmenan Eşref Salihî têkildarî lihevkirina li ser Kerkûkê ya bi PDK û ereban re got: “Me, ereb û PDK’ê li ser birêvebirina hevpar ya Kerkûkê li hev kiriye.”
Maça fînalê ya Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokûyê hat lîstin
Maça fînalê ya Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû ku ji aliyê Meclisa Ciwanên DEM Partiyê ve tê organîzekirin, li Colemêrgê hat lîstin. Di encama maçê de Abaylarspor bû şampiyon.
Nobeda li dijî qeyûman didome: Em têkoşîna hevpar bilind bikin
Di çalakiya nobedê ya li dijî desteserkirina qeyûman a li Qada Şîşhaneyê de gel bertek nîşanî zextên li ser kurdan dan û gotin: "Em bi têkoşîneke rêxistinkirî û hevpar dikarin faşîzmê hilweşînin."
Li Girtîgeha Mamarayê mirineke biguman
Girtiyê edlî yê bi navê Umît Kayaboynu ku li Girtîgeha Marmarayê dihat ragirtin, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Kayaboynu întîhar kiriye.
Dê 968 dadgehên nû bikevin meriyetê
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ragihand ku dê 968 dadgehên nû bikevin meriyetê.
Denîz Firat li ser gora xwe hate bîranîn
Rojnameger Denîz Firat a di êrişa DAIŞ’a de jiyana xwe ji dest daye li Wanê, ser gora xwe hate bîranîn.