Ji bo Atalay serî li Meclisê dan ku di 16’ê tebaxê de bicive
Têkildarî rewşa Parlamenterê TÎP’ê yê Hatayê Can Atalay ku ji doza Geziyê ceza lê hatiye birîn, bang li Meclisê hat kirin ku di 16’ê tebaxê de awarte bicive.
HRW û ÎFOD: Astengkirin binpêkirina azadiya xweîfadekirinê ye
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan û Komeleya Azadiya Xweîfadekirinê gotin ku astengkirina Instagramê binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê ya bi milyonan bikarhinêran e.
Girtî Firat Darî: Em 4-5 mehan li benda sewqa nexweşxaneyê disekinin
Firat Darî yê ku li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê girtî ye diyar kir ku ew 4-5 mehan li benda sewqa nexweşxaneyê dimînin.
Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û vasîsê Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Li Tirkiyeyê 6 milyon û nîv zarok di nava feqîrî û perîşaniyê de dijîn
Li gorî daneyên OECD’ê li Tirkiyeyê 6 milyon û nîv zarok di nava feqîriya tundewar de ne û ji her pênc zarokan yek nikare xwe bigihîne xurekên xwe têrkirinê.
Şewata li Çiyayê Cûdî hate vemirandin
Duh bi şev li herêma Sefîneyê ya Çiyayê Cûdî şewat derketibû. Şewat hate vemirandin.
Leşkerên Tirkiyeyê agir berdan goristana gundekî Berwariyê
Hat destnîşankirin ku leşkerên Tirkiyeyê duh bi şev li gundê Xişxaşa girêdayî Herêma Berwarî, agir berdane zeviyê û piştre jî goristana gund şewitandine.
HSD: Li Dêrazorê 6 jê zarok 11 kes hatin qetilkirin
HSD’ê da zanîn ku di êrişa komên girêdayî Şamê ya li dijî Dêrazorê de 6 zarok 11 sivîl hatine qetilkirin.
‘Heke Tirkiye li gorî biryara ‘binpêkirinê’ tevnegere dibe ku mueyîde lê bên ferzkirin'
Oguzhan Topalkara ê ÇHD’î diyar kir ku heke Tirkiye biryara “binpêkirinê” ya DMME’yê ya têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan cîbicî neke, dibe ku Konseya Ewropayê hinek mueyîdeyan li Tirkiyeyê ferz bike.
Li Gumuşovayê qeza: 25 kes birîndar bûn
Li Gumuşovayê otobus rêwiyan li pişta dorseya TIR’ê qelibî û 25 kes birîndar bûn.
Li Altindagê kûçik bi komî hatin kuştin û binaxkirin
Li derdora stargeha Şaredariya Altindagê gelek kûçîk bi awayekî komî hatine hatine binaxkirin.
Tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayên berdan
Tevî nexweşiyên xwe yên giran, sedan girtiyên siyasî nayên berdan. Xizmên girtiyên nexweş yên li Êlihê dijîn xwestin “zilma” tê meşandin bi dawî bibe.
Ok: Li dijî qedexekirina Instagramê deng dernekeve wê platformên din jî bên girtin
Hevdîrektorê MLSA’yê parêzer Veysel Ok qedexekirina Instagramê veguhezand darazê û got heke deng neyê derxistin dibe ku platformên din jî yên medya dîjîtal bên girtin.
Li Kurdistanê qirkirina daran: Li dijî qirkirinê têkoşîneke hevpar divê
Hevberdevkê Meclisa Ekolojiyê Huseyîn Çaglar diyar kir ku qirkirina daran a li erdnîgariya Kurdistanê encama feraseta "dagirkeriyê" ye û got: "Mantiqa dagirkeriyê ya li Efrînê, li Gabar û Cûdiyê didome. Lewma divê her kes li dijî vê talankirinê bi hev re bitêkoşe."
Ne birîn hatine kewandin ne jî hesab hat pirsîn
Birînên şewata li gundên Şemrex û Çinarê rû dabû û 15 kes di şewatê de miribûn, hê jî nehatine kewandin. Şêniyên gundê Kelekê diyar kirin ku xesara wan nehatiye safîkirin û xwestin ji berpirsiyaran hesab bê pirsîn.