Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn
Dayikên Şemiyê di hefteya 1012’emîn de li Qada Galatasarayê, li aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn û gotin: "Dawî li bêcezabûna 29 sal in dewam dike bînin."
Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
Xizmên Windayan û şaxên ÎHD’ê li aqûbeta windayan pirsîn. Li aqûbeta Îbrahîm Kartay, Îbrahîm Çelîk û lawê wî Edîp Çelîk hat pirsîn.
Xebatên 5 mehan ên Şaredariya Êlihê
Şaredariya Êlihê ya DEM Partiyê, di nava 5 mehan de çalakiyên kurdî, aşxaneyên bajêr, "nexweşxaneya gerok", belavkirina xwarinê û gelek tiştên din pêk aniye.
Genimê cotkaran li nava zeviyan ma
Li Çinarê ku fiyeta genim 8 hezar û 500 lîre hatiye diyarkirin, cotkaran anî ziman ku ji ber erzanbûnê genimê xwe li nava erd hiştine û mexdûr in.
Tehliyeya girtiyê di greva birçîbûnê de cara 5’emîn hat taloqkirin
Berdana Naîf Îşçî yê di 14 saliya xwe de li Cizîrê hat girtin, ji ber ku dest bi greva birçîbûnê kiribû û ferzkirina "poşmaniyê" red kir, cara 5'emîn hat taloqkirin.
Binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
Li Amedê di 13’ê tebaxê de 12 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Ji Koçyîgîtê bersiva êrişê: Em ê teslîmî zextên we nebin
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî êrişa di meclisê de axivî û got: “Em şopdarên Denîzan, Mazlûman, Îbrahîman û Hakî Kareran e. Em ê ti carî teslîmî zilma we nabin.”
Ji TJA’yê bernameyên xwendinê
TJA’yê li gelek navçeyên Wanê bi awayekî hevdem bernameyên xwendinê pêk anî.
Kesên ji ber govendgerandinê hatibûn girtin hatin berdan
6 kesên ku ji ber gerandina govendê hatibûn girtin ji girtîgeha Tîpa M ya Êlihê hatin tahliyekirin.
Hevserokên DEM Partiyê: Êrişa li Meclisê çetevaniya siyasî ye
Hevserokên DEM Partiyê yên Giştî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûlllari bertek nîşanî êrişa di Meclisê de dan û wiha gotin: “Ev eşqiyatî û çetevaniya siyasî ye.”
Li Amedê 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin tehliyekirin
Li Amedê 3 kesên ku êrişî du kafeyan kiribûn, hatin berdan.
Ozel serdana Gulistan Kiliç Koçyîgît kir
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel serdana Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît a ku bi êrişê re rû bi rû ma, kir.
Ozel: Heke li Meclisê xwîn dirije wê welatî çi bike?
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bertek nîşanî êrişa parlamenterên AKP’ê ya li Meclisê da û got: “Heke li Meclisê xwîn dirije wê welatî çi bike?”
Di rûniştina bo Can Atalay de hovîtiya parlamenterên AKP’ê
Di rûniştina Meclisê ya Can Atalay de AKP’î êrişî parlamenterên muxalefetê kirin. Parlamenter Gulistan Kiliç Koçyîgît ji biriya xwe birîndar bû.