Ji bersiva ‘Ma ne şerm e’ re 6 meh ceza!
Girtiyê 30 sal in tê ragirtin Nûrettîn Çelebî re pirsa “Gelo tu poşman î” hate pirsîn. Bersiva “Ma ne şerm e hûn vê pirsê ji min dipirsin?” wek hincet hate nîşandan û berdana Çelebî 6 mehan hate taloqkirin.
Nobedên li dijî qeyûm didomin
Li Foça ya Îzmîrê û Stenbolê di nobeda “Rêza li vînê" de ya li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê banga têkoşînê hat kirin.
‘Bila daxwazên Şengul û Dogan werin qebûlkirin’
Rêxistinên maf û hiqûqê anîn ziman ku rewşa girtî Rezzan Şengul û Vedat Dogan ên di greva birçîbûnê de ne, her ku diçe girantir dibe û xwestin daxwazên girtiyan werin qebûlkirin.
Di girtîgehên Tekîrdag û Kocaeliyê de gefa mirinê û lêdan
Girtiyekî di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê de tê ragirtin destnîşan kir ku midûrê girtîgehê, sergardiyan û derûnnas gefa mirinê lê xwariyê. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Gergerlîoglû jî daxuyand ku li girtiyekî di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîfa F ya Kocaeliyê de tê ragirtin xistine.
AKP’î bertek nîşanî ‘transferên şaredariyan’ da û îstîfa kir
Hevşaredarê Bêrecûkê Mehmet Begît ê ji DEM Partiyê hatiye hilbijartin, ji partiya xwe îstîfa kir û tev li AKP’ê bû. Endamê Meclisa Şaredariyê yê AKP’î yê rêza duyem Abdulkadîr Kurt bertek nîşanî qebûlkirina serlêdana Hevşaredarê Bêrecûkê Begît da û ji partiya xwe îstîfa kir.
Rejîma Îranê 4 girtiyên din bi darve kirin
Rejîma Îranê li girtîgeha Qizilxîsarê 4 girtiyan din bi darve kir.
Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 41 meh in tu agahî jê nayên girtin, serlêdan kir.
Li çend bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
Li hin bajaran di serdagirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.
Temellî: Em modela Rojava pêşniyazî Rojhilata Navîn dikin
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku hewcedariya hemû Rojhilata Navîn bi agirbestê heye û got: “Rêveberiya demokratîk a Rojava ji bo hemû gelên Rojhilata navîn mînakek şênber e.”
Dr. Tarik Ziya Ekîncî koça dawî kir
Dîrokzan û rewşenbîrê kurd Tarik Ziya Ekîncî jiyana xwe ji dest da.
Li Serêkaniyê 4 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Serêkaniyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin.
Bi hinceta di hucreya yekkesî de 'ragihandinê' dike nayê berdan
Berdana Soydan Akay ê 31 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Marmarayê de ye, bi hinceta "ragihandina rêxistinî dike" cara sêyan 6 mehên din hat taloqkirin.
Girtiya jin ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye ev 5 meh in nabin kontrolê
Girtiya nexweş a penceşêra qirikê Şehrîban Mîmkara ev 5 meh in nabin kontrola nexweşxaneyê. Parêzer gul Fehîme Bînîcî destnîşan kir ku penceşer belav dibe û diyar kir tişta tê kirin sepanekî keyfî ye.