Dadgeha Îranê salek ceza li nivîskara kurd birî
Dadgeha rejîma Îranê bi hinceta ku tev li xwepêşandanên şoreşa "Jin jiyan azadî" bûye, salek cezayê hepsê li nivîskar û lêkolînera kurd Mujgan Kuwusî birî.
Bazo Yilmaz ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn
Girtiyê nexweş Bazo Yilmaz ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû, di salvegera mirina xwe de hate bîranîn. Axaftinên di bîranînê hatine kirin de soza xurtkirina têkoşîna Yilmaz hate dayîn.
Li Geverê cerdevanan welatiyek birîndar kir
Li navçeya Geverê cerdevanan li welatiyekî xistin. Welatî rakirin lênêrîna awarte ya nexweşxaneya Colemêrgê.
Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî hat veşartin: Emrê xwe fedayî gelê xwe kir
Cenazeyê rewşenbîrê kurd Dr. Tarik Ziya Ekîncî li Amedê hat veşartin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di merasîma cenaze de axivî û got: “Kekê Tarik mezinek bû û emrê xwe da têkoşîna mafên kurdan. Ew rismek û kurteyek meseleya kurd e.”
Berdevka DEM Partiyê: Ji bo ku li Meclisê bêhiqûqî neyê axaftin êriş kirin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bal kişand ser êrişên AKP’iyan ên di Meclisê de û wiha got: “Armanca AKP’ê û MHP’ê ew e ku ev reş di Meclisê de domdor be. Lê belê ev wiha nayê meşandin, nabe rewşa asayî ya Meclisê.”
Girtiya ku berdana wê 2 caran hat taloqkirin: Çi hewce be divê niha bê kirin
Gulşen Adet a ku berdana wê du caran hat astengkirin, bal kişand ser pêkanînên tecrîdê yên li girtîgehan û got: "Ger tişt bê kirin divê niha bê kirin, yan na wê pirr bi derengî bikeve."
Gelê Avkevirê: Me raya xwe daye DEM Partiyê
Welatiyên ku bertek nîşanî Hevşaredarê Avkevirê Mehmet Alî Bûdak ê ji DEM Partiyê îstifa kir dan, anîn ziman ku wan raya xwe daye DEM Partiyê û xwestin Bûdak demildest îstifa bike.
Di Nobeda li Şîşhaneyê de kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
Di nobeda li dijî tayinkirina qeyûm de ya li Şaredariya Colemêrgê ku li Qada Şîşhaneyê 64 roj in tê lidarxistin, kesên di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.
Li Cizîrê deklarasyona zimanê kurdî hat eşkerekirin: Dem dema seferberiya kurdî ye
Li Cizîrê sazî û dezgehên ziman û çanda kurdî yên li bakurê Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê deklerasyona ji bo xebatên zimanê kurdî eşkere kirin. Di deklerasyonê de hat destnîşankirin ku têkoşîn û parastina zimanê kurdî wê were berfirehkirin û bang li partî, şaredarî û saziyên sivîl hat kirin ku ji bo zimanê kurdî dest bi seferberiyê bikin.
Di Rûniştina F de bang kirin: Şivekar Ataş serbest berdin
Xizmên girtiyên nexweş û Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê di çalakiya "Rûniştina F” de bal kişandin ser girtiyên nexweş. Endamê ÎHD’ê Taylan Bekîn bang li rayedaran kir û xwest girtiya nexweş Şivekar Ataş serbest berdin.
Li Wanê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
Li Wanê dê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi dirûşma “Em li dijî şer û dagirkeriyê aştiyê, li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin” bê lidarxistin. Banga beşdariya mitîngê hat kirin.
ÎHD: Mafê her mirovî heye ku di erdhejan de li bajarên zexm bijîn
Di erdheja Marmarayê de bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da. Di ser erdheja Marmarayê re 25 sal borîn. Lê hêj tedbîrên li dijî erdhejê negirtine. ÎHD, daxuyanî da û diyar kir ku mafê her mirovan heye ku di erdhejan de li bajarên zexm bijîn.
Cenazeyê Ekîncî ji Stenbolê şandin Amedê
Cenazeyê rewşenbîrê kurd Dr. Tarik Ziya Ekîncî piştî nimêja wî hat kirin, şandin Amedê.
Hat xwestin ku girtî Suleyman Sabrî Mavî yê nexweş bê berdan
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî bal kişand ser girtina Suleyman Sabrî Mavî yê 75 salî ku ku ji sedî 96 astengdar e û hat xwestin bi lezgînî were berdan.