Êrişî Sîdekanê hat kirin: Kesek hat qetilkirin
CPT’yê ragihand ku di bombebarana Tirkiyeyê de ku piştî nîvro li dijî gundê Mêrge Hewş yê li herêma Sîdekanê pêk anî, jinek hatiye qetilkirin.
Li Ezazê îşkence li zarokekê hat kirin
Li bajarê Ezaz ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin kontrola Tirkiye û hêzên paramîlîter ku piştgiriyê didê, endamekê koma paramîlîter îşkence li zaroka xwe kir.
Bafil Talebanî: Mesrûr Barzanî bêyî YNK’ê nikare bibe rêveber jî
Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî da zanîn ku Mesrûr Barzanî bêyî wan ne dikare bibe serokwezîr ne jî dikare bibe rêveberek giştî jî.
Rojnameger Arslan giliyê kesên gef lê xwaribûn kir
Nûçegihanê me Firat Can Arslan giliyê kesên piştî nûçeya “Şaredariya Qersê veguherandine şîrketa Ulku Ocaklariyê!” kir.
Berxwedana Emîne Şenyaşar a li Meclisê di roja 13’an de didome
Çalajiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Meclisê di roja 13’an de berdewam kir.
Bi pankarta ‘Li vir edalet tune ye’ dest bi sala edlî kirin
OHD, ÎHD, ÇHD û Koma Hiqûqnasên Ji bo Edaletê li ber Edliyeya Îzmîrê bi pankarta “Li vir edalet tune ye” dest bi sala edlî kirin.
DEM Partî: Divê Abdulkadîr Kuday tavilê bê berdan
Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a DEM Partiyê daxuyand ku Abdulkadîr Kuday ketiye binê 40 kîloyî û ev bang kir: “Divê tavilê bê berdan.”
Girtî Yîgît: Tundiyê li me dikin
Girtiyê bi navê Kemal Yîgît ê li Girtîgeha Tîpa F a Gîresûnê tê ragirtin, li ser telefonê ji malbata xwe re got ku tundî li wan hatiye kirin.
Cenazeyê Heydaranlou piştî 3 salan dan malbatê
Cenazeyê endamê HPG'ê Morad Ahmad Pour Heydaranlou ku 3 sal berê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da dabû, 3 sal şûnde radestî malbata wî hate kirin.
Di şevekê de 24 caran êriş kirin
Endamê Rêxistina CPT’yê Kameran Osman ragihand ku duh bi şev dewleta tirk 24 caran bi balefirên şer deverên cûda yên Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye.
Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 42 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Têkildarî kuştina Luqman 7 kes hatin binçavkirin
Têkildarî kuştina karsazê Dihokî Hekîm Luqman 7 kes hatin binçavkirin.
Dema serî li DEM Partiyê da hîn bû ku ew kirine endama AKP’ê
Li navçeya Sêweregê Selma Gozcu Ayebe ji bo endamtiya DEM Partiyê serlêdan kir, hîn bû ku ew kirine endamê AKP’ê.
Zarokên li Xabûrê dihatin sekinandin li wargehê hatin bicihkirin
Welatiyê bi navê Savaş Çelîk dema hewl dida derbasî Ewropayê bibe, li Lubnanê hate binçavkirin û anîn Tirkiyeyê. 6 zarokên Çelîk ên li Herêma Kurdistanê ya Federe diman û 4 roj in li Deriyê Sînor ê Xabûrê dihatin sekinandin li wargehê hatin bicihkirin.