Çîçek: Armanca tifaqê rûxandina desthilata faşist û rizgarkirina siberojê ye
Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek anî ziman ku divê Tifaqa Ked û Azadiyê bêyî ku bikeve nava kêmasiyên berê bê mezinkirin û got ku tifaqeke ku ji hilbijartinê wêdetir, divê li şûna dijberiya du hêzên serdest bibe "hêza çareseriyê".
Li şûna tundiya polîsan doz li çalakvan hate vekirin
Li Edeneyê ji ber pevçûna ku di dema “Meşa rezgirtina ji îradeyê re” pêk hat û polîsan gelek kes derbkirin de derbarê rêveberê DEM Partiyê Mehmet Kiran doz hate vekirin.
Xebatkarên MED-DER’ê yên hatin berdan: Wê xebat û têkoşîna me ya ziman bidome
Xebatkarên MED-DER’ê yên hatin berdan Ahmet Boltan û Fatma Îgîn destnîşan kirin ku tevî zext û zilmê jî ew ê xebatên xwe yên ziman bi biryarî bidomînin.
Derûnnas Tekînalp: Yê ku Narîn kuştî ne keseke, feraseteke
Derûnnas Salîh Tekînalp anî ziman ku her roj cînayeteke Narîn Guranê pêk tê û got: “Yê ku Narîn kuştî ye ne keseke, feraseteke. Divê em pêşiyê li rizîbûna exlaqî bigirin.”
Dr. Berwarî: Plana tunekirina destkeftiyên kurdan di dewrê de ye
Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku peymana dawî di navbera Tirkiyeyê û Iraqê de û hevdîtinên dawî li ser tunekirina destekftiyên kurdan e û got: “Heke ev plan bidomin wê şer hin belavtir bibe. Lê kurd ne bi tenê ne û qet jî bêparastin nîn in.
Wêneyên hunermend û nivîskarên kurd li ser dîwaran hatin neqişandin
Ji wênesazên ku wêneyên kesên ku pêşengiya çand, ziman û hunera kurdî kirine li kolanên Êlihê dineqşîne Rûken Ekîncî diyar kir ku armanca wan ew e ku van nirxan bigihînin gel.
ATK’ê ji bo Yildiz a li ser sedyeyê hate girtin rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da
ATK’ê derbarê girtiya nexweş Hatîce Yildiz a 75 salî ku ji bo pere ji keça xwe û hevala wê re şandibûn cezayê hefsê lê hatibû birîn de rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da.
Ji bo mitînga ‘Azadiyê’ bang: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
Hevberdevkê HDK’ê yê Stenbolê Alî Bal diyar kir ku amadekariyên mitînga “azadiyê” ku dê di 13’ê cotmehê de li Amedê bê kirin didomin û destnîşan kir ku ji bo çareseriya krîzên li welat divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.
Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî hat girtin
Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî ku di çarçoveya operasyona li dijî saziyên ziman de hat binçavkirin, hat girtin.
Operasyona li dijî saziyên ziman: 2 kes bi daxwazê girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
Di lêpirsîna li hemberî saziyên ziman de 13 kesên îfadeya wan a dozgeriyê hat girtin bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan û 2 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin irin.
Ji mamosteyên kurdî yên binçavkirî 7 kesên din jî hatin berdan
Ji 22 mamosteyên zimanê kurdî ku sewqî edliyeyê hatin kirin 7 kesên din jî piştî îfadeyên li dozgeriyê hatin berdan.
‘Li girtîgehên Herêma Serhedê tecrîd di asta herî jor de ye’
Nûnerê ÎHD’a Tetwanê Mazlûm Aydik diyar kir ku mafên mirovî yên li girtîgehên Herêma Serhedê hatine sînordarkirin û got ku tecrîd derketiye asta herî jor.
Hat îdiakirin ku mamosteyekî zarokek tacîz kir
Hat îdiakirin ku zarokek keç li navçeya Nisêbînê ji hêla midûrê dibistanê ve hate tacîzkirin.
Bi hinceta ‘rojeva neyînî ava dike’ dest danîn ser nameya binpêkirinê
Girtî Masûr Zan têkildarî binpêkirinên li girtîgehê nameya binpêkirinê nivîsand. Rêveberiya girtîgehê bi hinceta “Li dijî girtîgehê rojevekî neyînî ava dike” dest danî ser nameyê.