Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna xwe heya pergala biedalet ava dikin bidomînin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîogullari di hevdîtina “Nan û Gel” de axivî û wiha got: “Têkoşîna me dê heya rakirina pergala bêedalet û avakirina pergala biedalet bidome. Pêdivî bi guherînên bingehîn hene.”
DEM Partî dê li Konseya Ewropayê hin hivdîtinan bike
DEM Partî dê di nava vê hefteyê de bi rayedarên Konseya Ewropayê re hin hevdîtinan li dar bixe.
Li MED-DER’ê serdanên piştevaniyê
Gelek kesan serdana piştevaniyê ya xebatkarên MED-DER’ê yên piştî 4 rojên binçavkirinê hatine berdan, kirin.
TJA: Em ê destûr nedin jiyana ciwanan were tarîkirin
Aktîvîstên TJA’yê yên bertek nîşanî polîtîkayên şerê taybet dane, destnîşan kirin ku ew ê destûr nedin jiyana ciwanan wer tarîkirin.
Lubnan bi metirsiya mezin a koçberiyê re rû bi rû ye
Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîkatî daxuyand ku bi êrişên Îsraîlê re mîlyonek welatî neçarî koçberiyê tên kirin.
Malbata Kabaîş giliyê peywirdarên wargehê kir
Malbata xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş giliyê peywirdarên Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyîd Fehîm Arvasî kirin ku du roj piştî windabûnê Kabaîş agahî dabûn malbatê.
Du kesên êrişî avahiya DEM Partiyê kilrin hatin binçavkirin
Li dijî avahiya DEM Partiyê ya navçeya Sultangaziyê êriş hatibû kirin. Di çarçoveya êrişê de 2 kes hatin binçavkirin û lêgerîna kesekî jî didome.
Li ser rêya Agirî-Giyadînê qeza çêbû
Li ser rêya di navbera Agirî-Giyadînê de qeza çêbû kesekê jiyana xwe ji dest da. Di qezayê de gelek kes jî birîndar bûn.
Hatîmogûllari: Dixwazin mafê xanî dewrî sermayedaran bikin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bi welatiyên Taxa Şahîntepeyê yên li dijî “Veguherîna Bajêr” têdikoşin re hate gel hev û wiha got: “Bi hinceta erdhejê dixwazin mafê xanî yê welatiyan jî dewrî sermayedaran bikin.”
Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Eynika kesên demokrasiyê dixwazin Îmrali ye
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan di çalakiya “Deng bide azadiyê” de axivî. Aslan, diyar kir ku girtiyên siyasî li dijî binpêkirinên mafan têkoşîna rûmetê dimeşînin û got: “Ji Îmraliyê heta Bakirkoyê heta hemû girtiyên siyasî azad dibin dê têkoşîna me bidome. Eynika kesên demokrasiyê dixwazin jî girtîgeh û Îmrali ye.”
Li Amedê 6’emîn Bazara Pevguhertinê hate vekirin
Komeleya Ekolojiyê li Amedê 6’emîn Bazara Pevguhertinê ava kir. Aktîvîsta ekolojiyê Elîda Zerrî got ku armanca wan ew e ku li dijî çanda mezaxtinê, çanda parvekirinê pêş bixin.
Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Kabaîş didomin
Xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş di şeva 27’ê îlonê de li Wanê winda bû û xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Kabaîş berdewam in.
Li Pasûrê operasyona leşkerî: Daristan tê bombebarankirin
Piştî biryara qedexeyê ya Walîtiya Amedê, li gundê Eskarê yê Pasûrê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Qada daristanê tê bombebarankirin û ketin û derketina gund li welatiyan hate qedexekirin.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji ber rewşa li Lubnanê maseya krîzê ava kir
Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji bo welatiyên ji ber êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê koçî herêmê bûn bi awayeke ewle bên bicihkirin, maseya krîzê ava kir.
Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiya cezayê îdamê protesto kirî
Rejîma Îranê bi hinceta protestokirina cezayê îdamê 3 meh cezayê qedexeya hevdîtinê da Anîşa Eshadullahî.