Bavê S.T. a bi darê zorê hatibû revandin: Gefa kuştinê li me dixwin
Tedawiya S.T. a li Wanê ji hêla R.T. ve bi darê zorê hatibû revandin û tundî lê hatibû kirin a li nexweşxaneyê didome. Bavê wê Nîzamettîn T. wiha got: “Ji bo em ji giliyê xwe vegerin gefa kuştinê li me tê xwarin.”
Keftarên bixêzik ên neslê wan li ber tunebûnê ne xwedî dikin û diparêzin
Keftarê bixêzik ê neslê wan li ber tunebûnê li herêma Zinarê Gewr ê Rihayê hate dîtin. Ji ber xwedîderketina xelkê gund, hejmara wan roj bi roj zêde dibe.
Zavayê Ensarîoglû yê ji diziyê hatibû girtin di rojekî de hat berdan
Zavayê parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarîoglû, Mutlu Akbulut ê di operasyona pereyê krîpto û xapandina li ser enternetê hatibû girtin, di heman rojê de hat berdan.
Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir
Hevalê Alî Ekber Orûç ê ji ber nexweşiyên li girtîgehê pê ketî jiyana xwe ji dest da yê têkoşînê Mehmet Zengeralp wiha got: “Xeyala wî ya herî mezin azadiya Kurdistanê bû. Di şertên zor û zehmet de têkoşiya.”
Li Wanê 2 xwendekar winda ne
Xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş û xwendekara dibistana amadehî Sumeyye Azîz bi roja ye li Wanê winda ne û tu agahî jê nayên girtin.
Mafê hevdîtinê yê Zeynep Celaliyan hate qedexekirin
Mafê hevdîtina bi malbatê re yê girtiya siyasî ya kurd Zeynep Celaliyan hate qedexekirin.
Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şer deklarasyon weşand
Meclisa Jinan a DEM Partiyê kampanyaya “Em ji bo jiyana azad û wekhev bi israr in, li dijî şer in” da destpêkirin. Meclisê Jinan diyar kir ku dê di çarçoveya kampanyayê de panel, konferans û xebatên atolyeyê li dar bixin.
Li balafirgeha Wanê şewat derket
Li Balafirgeha Ferît Melen a Wanê şewat derket. Rêwî ji balafirgehê hatin derxistin û rêwîtî heta demekê hate sekinandin.
KNK: Herin ser sindoqê û dengê xwe bidin
KNK’ê têkildarî hilbijartinên Herêma Federe ya Kurdistanê daxuyanî da û got: “Divê gelê me biçe ser sindoqê û dengê xwe bide kesên berjewendiyên gelê me diparêzin û namzetên welatparêz ên xizmetê ji gel re dikin.”
Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Qiyametê rakin’ derket
Hejmara 250'yan a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ji bo ziman, çand û hebûnê qiyametê rakin” derket.
Amedspor bi serkeftinê maç temam kir
Di hefteya 7’emîn a Lîga TFF’ê de Amedspor bi Malatyasporê re li deplasmanê hate pêşberî hev. Amedspor ji maçê bi serkeftinê vegeriya.
Serokê YNKʹê: Em ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di çalakiya xebatên ji bo hilbijartinê hatiye lidarxistin de anî ziman ku ew ê desthilata gemar û qirêj biguherînin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên 9’ê Cotmehê
Li Kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan bi diruşma “Ji Abdullah re azadî” meş li dar xistin. Li Dêrik û Girkê Legê jî têkildarî 9’ê Cotmehê panel hatin lidarxistin.
Apê Mûsa li Îzmîrê hate bîranîn
Rojnameger-nivîskar Apê Mûsa di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de, li Îzmîrê bi gotubêja hatiye lidarxistin ve hate bîranîn.