Şerîf Mesûtoglû yê girtî dest bi greva birçîbûnê kir
Şerîf Mesûtoglû yê girtî dest bi greva birçîbûnê kir

Şerîf Mesûtgolû yê ji doza kuştina qeymeqam Fatîh Safiturk girtî ye û serlêdana wî ya darizandina ji nû ve hatibû redkirin, dest bi greva birçîbûnê kir.

Cerdevanan bi çekan êriş kirin: 11 kes birîndar bûn
Cerdevanan bi çekan êriş kirin: 11 kes birîndar bûn

Li navçeya Hîzanê cerdevanan bi çekan êrişî gundiyan kirin, 4 jê giran 11 kes birîndar bûn. Gundiyên ku êriş li wan hate kirin wiha gotin: “Ev ne meseleyeke dijminatiyê ye. Cerdevan bi çeka dewletê zordariyê li me dikin.”

Girtiyê li dijî binpêkirinan di çalakiyê de: Bila malbat li girtîgehê bigerin
Girtiyê li dijî binpêkirinan di çalakiyê de: Bila malbat li girtîgehê bigerin

Girtî Necdet Ozturk ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin, li dijî binpêkirinan dest bi çalakiyê kiriye. Ozturk, xwest ku malbat têkildarî rewşa girtiyan her tim li girtîgehê bigerin.

Zaroka 12 salî ya li Amedê winda bûbû hate dîtin
Zaroka 12 salî ya li Amedê winda bûbû hate dîtin

Zaroka bi navê Heval Aytan Oztemel a li navçeya Xana Axpar winda bûbû hate dîtin.

Tehliyeya Tursun ê 32 salan girtî ye cara 4’an hate taloqkirin
Tehliyeya Tursun ê 32 salan girtî ye cara 4’an hate taloqkirin

Girtiyê bi navê Îsmaîl Hakki Tursun ku 32 sal in di girtîgehê de ye û yek ji girtiyên nexweş e, cara 4’emîn hate taloqkirin.

Cezayên pereyan li kesê ku nêçîra kewan dikir hat birîn
Cezayên pereyan li kesê ku nêçîra kewan dikir hat birîn

Li gundê Cifanê keseke ku nêçira kewan dikir hat cezakirin. 17 hezar û 782 lîre cezayê pere lê hat birîn.

Xebatên lêgerînê yên zaroka winda didomin
Xebatên lêgerînê yên zaroka winda didomin

Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina zaroka bi navê Heval Aytan Oztemel ku li navçeya Xana Axpar winda bûye hatine destpêkirin didomin.

Partiya Sosyal Demokrat a Alman serdana DEM Partiyê kir
Partiya Sosyal Demokrat a Alman serdana DEM Partiyê kir

Serokê Giştî yê Partiya Sosyal Demokrat a Alman Lars Klingbeil ê serdana DEM Partiyê kir, wiha got: “Em tayînkirina qeyûman û bêfonksiyonkirina meclisên şaredariyan qet rast nabînin.”

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 43 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

DEM Partî: Divê Meclis bibe meclis çareserkirina pirsgirêka kurd
DEM Partî: Divê Meclis bibe meclis çareserkirina pirsgirêka kurd

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got: “Divê Meclis bibe meclisa çareserkirina pirsgirêka kurd. Me amadekariyek taybet û berfireh li ser budçeyê kiriye. Em ê mafê budçeyê yê gel biparêzin.”

Binpêkirinên li girtîgehên Serhedê zêde dibin
Binpêkirinên li girtîgehên Serhedê zêde dibin

Li gorî rapora ÎHD’ê ya têkildarî girtîgehên herêma Serhedê, tecrîda li ser girtiyan her ku diçe girantir dibe. Hat diyarkirin ku tedawiya girtiyan nayên kirin û di mijara av û xwarina bi hîjyen de pirsgirêk hene.

Hêrsa kurdan a li dijî komployê
Hêrsa kurdan a li dijî komployê

Kurd û dostên wan 26 sal in li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan li ber xwe didin. Pêvajoya berxwedanê ya ku bi çalakiya "Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin" dest pê kir, îro jî bi kampanyaya "azadî"yê dewam dike.

Ji bo 17 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
Ji bo 17 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran bi koda zer û ji bo 3 bajaran jî bi koda pirteqalî hişyariya barîna zêde kir.

Li Şirnex û Erziromê bi ser malan de girtin: 6 kes hatin binçavkirin
Li Şirnex û Erziromê bi ser malan de girtin: 6 kes hatin binçavkirin

Li Hezex û Erziromê di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin.

Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe
Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe

Bavê Rojîn Kabaîş, Adem Kabaîş got ku heke ji windabûna keça xwe zû bihatina agahdarkirin dê rewş cuda bûya. Aktivîsta TJA’yê Ayşe Mînaz jî diyar kir ku windabûna jinekê di ser siyasetê re ye û xwest her kes xwedî li Kabaîş derkeve û ji bo dîtina wê seferber bibe.

< 606 607 608 609 610 > Rupel 608 / 5.358