Kabaîş 6 roj in winda ye: Dê cîhaza lêgerînê bînin
Dê ji bo xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku ev 6 roj in winda ye û 5 roj in jî lê digerin, ji Çanakkaleyê cîhazê lêgerînê yê di nava avê de dixebite bînin.
Partiyên siyasî çûn serdana serokê AYM’ê: Rojev girtiyên nexweş bû
Serokwekîlên komên DEM Partî, CHP û Partiya Saadetê çûn serdana Serokê AYM’ê Kadîr Ozkaya. Di rojeva serokwekîlan de rewşa girtiyên nexweş û Can Atalay hebû.
ÎHD: Kuday bi eşkereyî terkî mirinê kirin
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê diyar kir ku girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday bi eşkereyî terkî mirinê hate kirin û wiha got: “Mafê Kuday ê xatirxwestinê jî hate binpêkirin.”
Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê bi rojnamegeran re civiya
-Endamên Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê li MKG’ê bi rojnamegeran re civiya û têkildarî xebatên dê demên pêş de bikin agahî dan rojnamegeran.
Hate xwestin ku qanûna înfazê ya veguheriye cezakirinê bê guherîn
Li Edeneyê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û xwestin ku qanûna înfazê ya veguheriye cezakirineke duyemîn bê guherîn.
Li Xelfetiyê seferberiya paqijiyê hate destpêkirin
Hevşaredarên Xelfetiyê li navçeyê seferberiya paqijiyê dan destpêkirin û tevî gel kolan paqij kirin.
Bakirhan têkildarî silavdayina Bahçelî got: Em ê piştgiriyê bidin her gavên ji bo aştiya civakî tên avêtin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan silavdayina Devlet Bahçelî axivî û wiha got: “Me berê jî gotibû ku em amade ne bi hemû destên dê bibin wesîleya hizûra Tirkiyeyê bigirin û piştgiriyê bidin gavên di vê mijarê de tên avêtin.”
Ji Walîtiya Amedê daxuyaniya ‘pevçûnê’: Kesek mir
Walîtiya Amedê ragihand ku di dema “operasyona narkotîkê” ya li gundê Pêçar ê navçeya Licê de hatiye kirin kesek hatiye kuştin.
Gefxwarina rêveberên ÎHD’ê hat protestokirin
Hêzên Ked û Demokasiyê yên Edeneyê gefxwarina rêveberên ÎHD’a Edeneyê şermezar kirin.
Ji bo rojnamevan Kara ya hate girtin bang hate kirin: Berdin
Hêzên Têkoşîna Yekgirtî bertek nîşanî girtina rojnamevan Lutfiye Bûrcû Kara dan û ev bang kir: “Demildest berdin.”
DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kirin: 4 leşker hatin kuştin
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê ragihand ku DAIŞ’ê êrişî leşkerê wan kiriye û 4 leşker hatine kuştin.
Di hevdîtina parêzer û CPT’yê de rapora Îmraliyê hat rojevê
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez ku bi CPT’yê re hevdîtin pêk anî diyar kir ku di serdanê de rapora têkildarî serdana Îmraliyê anîne rojevê û xwestine ku CPT biçe hevdîtinek nû bike.
Girtî hem derb kirin hem jî cezayê hefsê lê birîn
Li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa L a Rihayê 8 girtiyên li dijî guherandina qawîşan derketin hatin derbkirin û derheqê wan de bi îdiaya “Zirar dane malê cemaweriyê” 10 meh ceza danê.
Kuday ê ku li girtîgehê hat qetilkirin: Her ku zilm bidome wê berxwedan jî bidome
Girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, bi rêya parêzerên xwe di hevpeyvîna xwe ya dawî de gotibû, "Lê helwesta me bersiveke li dijî zilma wan e. Weke ku heta ev zilm bidome wê berxwedana me jî bidome. Em ê di dawiyê de bi ser bikevin.”
Girtiyê nexweş Kuday jiyana xwe ji dest da
Girtî Abdulkadîr Kuday ku tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nedihat berdan, jiyana xwe ji dest da.