Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan: Bingeha provakasyonê tê amadekirin
Bakir Ozturk ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê dimîne, diyar kir ku li girtîgehê bingeha provokasyonan tê amadekirin.
'Êdî axatin têr nake, gavên li gor ruhê pêvajoyê divê'
Abdulazîz Ozdemîr ku piştî 31 salên dîlgirtinê serbest hat berdan, diyar kir ku dewlet û desthilat gavên li gor ên Tevgera Kurd neavêtine û got: "Êdî axaftin têrê nake; divê gav li gorî ruhê pêvajoyê werin avêtin."
Li bajarê ku 2 hezar û 700 nexweşên çolyakê hene beşa Gastroenterolojiyê tune ye!
Tevî ku li Wanê hezar û 700 nexweşên çolyakê hene jî, di nexweşxaneyan de beşên gastroenterolojiyê tune ne. Malbatên nexweşan daxwaz dikin ku mexdûriyeta wan û pirsgirêka heyî were çareserkirin.
Girtiyê qeyrana dil derbas kiribû birin girtîgehê
Zekî Bulut ê ku li Girtîgeha Burdurê di 4’ê Mijdarê de qeyrana dil derbas kiribû, dîsa birin girtîgehê.
Doza Delal Gencer a ku di êrişa nîjadeperst de jiyana xwe ji dest dabû taloq bû
Danişîna doza faîlên êrişa nîjadperest a ku tê de Delal Gencerê jiyana xwe ji dest dabû, ji ber “betlane” ya serokê şandeya dadgehê taloq bû.
Ji girtîgehan bo Aykol name: Pêdiviya me bi hevrêtiya te heye
Ji girtiyan ji bo ronamevan Huseyîn Aykol ê ku xwîn çûbû ser mêjiyê wî û di beşa çavdêriya awarte de tedawiya wî didome, nameyên piştevaniyê tên şandin.
Abdullah Ocalan pênûs diyariyê Suryan û Êzidiyan kir
Alî Ocalan ê ku çûbû Îmraliyê, hûrgiliyên hevdîtinê parve kir û got Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 2 pênûs diyariyê civakên Suryan û Êzidiyan kir.
Li Balikesîrê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
Saet di 04.52’yê de li navçeya Sindirgi ya Balikesîrê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû.
'Mayindebûn û parastina pêvajoyê bi mîsogerkirinên hiqûqî pêkan e'
Cîgira Seroka Baroya Amedê Şîlan Çelîkê got: "Ji bo mayîndebûn û berdewamiya pêvajoyê pêdivî bi parastina pêvajoyê heye. Ev parastin dikarin bi rêya mosgerkirinên hiqûqî bên pêkanîn."
Rojnamevan Şêx Nûr: Hikûmeta Şamê di neavêtina gavan de israr dike
Rojnamevan Gîvara Şêx Nûr destnîşan kir ku hikûmeta Şamê israr dike ku der barê pêvajoya entegrasyonê de gavan neavêje û got: "Rojhilata Navîn dê êdî biguhere. Yên ku nikaribin xwe nû bikin, mîna Esad dê neçar bimînin birevin."
Akademîsyena Aştiyê: Divê dewlet bi reformên qanûnî bersiva pêvajoyê bide
Akademîsyena Aştiyê Zeliha Burcu Acarê got: "Divê dewlet bi reformên demokratîk û destûra bingehîn bersiva vê pêvajoyê bide. Divê ne bi gotinên 'bidawîanîna terorê', lê bi qanûnên entegrasyona demokratîk pêş ve biçe."
Bi girseyî serdana Bîlgî hat kirin
Li navçeya Licê bi pêşengiya MEBYA-DERê bi girseyî serdana şîna endamê HPG'ê Yunus Bilgi hat kirin.
Agahî nedan malbata girtiyê ku qeyrana dil derbas kirî
Girtiyê bi navê Zekî Bulut ê ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Burdurê tê ragirtin di 4’ê Mijdarê de qeyrana dil derbas kir. Bêyî ku agahiyê bidin malbata Bulut, wî anjiyo kirin.