Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan dê şîna xwe dane
Malbata Şenyaşar bi tehliyebûna Fadil Şenyaşar re dê piştî 6 sal û 4 mehan şîna Haci Esvet, Celal û Adil Şenyaşar dane ku ji hêla xizm û parastvanên Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î ve hatibûn qetilkirin.
Şerê li Rojhilata Navîn dijwar dibe: Tişta ku kurd bikin girîng e
Doç. Dr. Hakan Guneş diyar kir ku geşedanên li Rojhilata Navîn guherînê li hemû welatan ferz dike û wiha got: “Tişta ku kurd bikin girîng e. Kurd di nava hevkêşeyeke piraktor û tevlihev de ne û hewl didin mafên xwe yên kolektîf berfirehtir bikin.”
Dayikên Aştiyê: Heta deriyê Îmraliyê venebe aştî pêk nayê
Dayikên bi mebesta rawestandina şer û bi daxwaza aştiyê li bajarokê Tilqebînê çalakî li dar xistin diyar kirin ku ew ê ji bo aştiyê heta dawiyê têbikoşin û wiha gotin: “Heta deriyê Îmraliyê venebe aştî pêk nayê.”
Li girtiyan ferzkirina lêgerîna li hundirê dev û muayeneya kelemçekirî
Girtiyên li girtîgehên Edeneyê diyar kirin ku bi salan e ji ber lêgerîna li hundirê dev û muayeneyên kelemçekirî mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin.
Ji ber ‘bîkîniyê ala tirkan li ser’ parve kiriye lêpirsîn hate vekirin
Derheqê Serokê Komeleya Agiriyiyan a Edeneyê Şahîn Sari de bi hinceta bîkîniyê ala tirkan li ser parve kiriye, bi îdiaya “Elametên serdestiyê yên dewletê biçûk xistiye” lêpirsîn hate vekirin.
Di lijneya Baroya Dîlokê de li dijî berteka tecrîdê hewldana êrişê
Di 47’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Dîlokê de li ser navê OHD’ê axaftin hate kirin. Dema OHD’iyan bertek nîşanî tecrîdê dida, rastî êrişê hatin.
Li Mêrdînê bi ser gundên qedexe lê hatibû ragihandin de girtin
Li navçeya Stewrê piştî qedexeya derketina derve hat ragihandin bi ser malan de hate girtin. Hat zanîn ku heta niha 3 kes hatine binçavkirin.
Hilbijartina li Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir
Hilbijartinên serdema 6’emîn a Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kirin.
Tûncel: Divê peyama 13'ê Cotmehê baş bê xwendin
Siyasetmedara kurd Sebahat Tûnncel ku di bernameya danasîna pirtûkê de axivî bi lêv kir ku li ser Rêberê PKK'ê tecrideke giran heye û wiha got: "Tevî qedexeyan jî gelê kurd li Amedê peyameke tund da. Divê ew peyam baş bê xwendin. Gelê Kurd azadiya xwe di azadiya Birêz Abdullah Ocalan de dibîne."
Roja ku biryara tehliyeya wî hat dayîn jiyana xwe ji dest da
Girtî Serhat Temîzer roja ku der barê wî de biryara berdanê hat dayîn li girtîgehê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.
YNK’ê di dengdayîna taybet de 70 hezar deng wergirtine
Hate aşkerekirin ku di dengdayîna taybet a Herêma Kurdistanê de YNK’ê 70 hezar deng wergirtine.
Cenazeyê Goz piştî 3 salan radestî malbata wî hate kirin
Cenazeyê Adem Goz ê di şerekî di sala 2021’an de li Dêrsimê derketî de jiyana xwe ji dest dabû û li goristana bêkesan hatibû veşartin, piştî 3 salan radestî malbata wî hate kirin. Cenazeyê Goz duh bişev hate veşartin.
Li Erxeniyê Şahiya Dîrok Çand û Gastronomiyê dest pê kir
Li Eerxeniyê 1’emîn Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê dest pê kir. Di şahiyê de dîmenên xweşik derketin holê û li dijî kuştina jinan û êrişên li ser kurdî nerazîbûn hat nîşandan.
Daxwaza berdana girtiyên nexweş Onaran, Yilmaz û Tokmak hat kirin
Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş de hat lidarxistin hat xwestin ku girtiyên nexweş Hatîce Onaran, Nedîm Yilmaz û Fatma Tokmak bên berdan.