Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
Lijneya Îdare û Çavdêriyê, daxwaza Rojîn Durmazê ya ji bo sewqkirina Girtîgeha Îmraliyê, weke hinceta taloqkirina tehliyeyê nîşan da û tehliyeya wê ji bo 6 mehan hate taloqkirin.
Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
Hevserokê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Îshak Kocabiyik, di meha 121’an a bîranîna Komkujiya Gara Enqereyê de axivî û got: “Hûn çi bikin jî em ê dev ji têkoşîna edaletê û aştiyê bernedin.”
Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
Di demekî pêvajoya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd didome de xebatên sîxûrkirinê yên dewletê jî zêde bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD'a Wanê Mehmet Salih Coşkun, diyar kir ku di nava mehekê de 8 kesan ji ber zexta sîxûrtiyê alîkariya hiqûqî ji wan xwestiye.
‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
Parêzer Rojhat Ozgokçe diyar kir ku li Wanê tevî tevdîrên "ewlehiyê" jî bazirganiya madeyên hişbirê zêde dibe û temenê bikaranînê heta 10-12'an ketiye. Ozgokçe, diyar kir ku çareserî, rêxistiniyên bi şêwazê komunê ne.
Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
Tirkiye, ji bo derbaskirina madeyên tiryakê ku gefeke mezin e li ser civakê, welatê transît e. Madeya ‘X’ê, li gorî salek berê ji sedî 54 zêdetir bûye. Ev made herî zêde li 13 bajaran hatiye desteserkirin. Ji wan bajaran 8 jê bajarên ser sînor in û bi sedan noqteyên kontrolê lê hene.
Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
Li Êlihê di navbera du koman de şer derket. Di şer de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes birîndar bûn.
Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
Hejmara 308’an a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Jin bajaran ji nû ve saz dikin” derket.
Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Helebê 11 welatî revandine.
DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
DFG’ê, xebatkarên Çapemeniya Azad ên di meha Mijdarê de hatine qetilkirin, bi bîr anî.
Îshak Tepe wefat kir
Nivîskar û siyasetmedar Îshak Tepe ku kurê wî yê rojnameger Ferhat Tepe hatibû qetilkirin, wefat kir.
Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, têkildarî biryara teqez a DMME’yê ya der heqê Selahattîn Demîrtaş axivî û got: “Biryar niha li ber destê dadgehê ye. Em ê bi hev re li bendê bisekinin ka dê çi biryarê bidin.”
Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
Di nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd de hin derdorên nîjadperest û neteweperest, ji bo şer û pevçûn bidomin civakê sor dikin. Kesên di şer de zarokên xwe winda kirin, tevî êşên kişandin jî dibêjin “aştî.”
Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
Bi ser êrişa bombeyî ya li dijî Pirtûkxaneya Ûmûtê ku dewletê bi xwe kiribû re 20 sal derbas bûn. Xwediyê Pirtûkxaneyê Seferî Yilmaz, got: “Di vê pêvajoyê de gava ewil a dewlet biavêje ew e ku bi sûcên kiriye re hevrû bibe.”
Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
Jinên Ocaxa Dêrsimê yên ku ji bo aştiyê civiyan, gotin: “Em bi hemû baweriya xwe hewl didin ku ji bo dawîlêanîna rondikên dayikan berpirsyariyê li xwe bigirin.”