DEM Partî: Gelên Tirkiyeyê dê li dijî vê zordestiyê serî netewînin
DEM Partiyê têkildarî tayînkirina qeyûm a li şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê daxuyanî da û wiha got: “Dê gelên Tirkiyeyê li dijî vê zordestiyê serî netewînin.”
Xwebûn bi manşeta ‘Dizdê îradeyî’ derket
Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Dizdê îradeyî” derket.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Demîr: Li dijî îradeya gel derbe hat kirin
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û wiha got: “Îktîdarê careke din li dijî îradeya gel darbe kir.”
Li Êlihê berteka ewil dayika Îpek Er nîşan da: Ma qet şerefa we tune ye
Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê berteka ewil ji dayika Îpek Er hat. Welatiyên hatin pêşiya şaredariyê jî dirûşma “Qeyûmên dizek dê biçin hûn ê hesabê bidin gel” berz kirin.
Di salvegera darbeya siyasî de li 3 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
Di 8’emîn salvegera darbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê ya li dijî parlamenterên HDP’ê de li 3 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin.
'Li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê polîtîkayek taybet tê meşandin'
Girtîgeha Tîpa S a Îdirê di nav girtîgehên tîpa S'yê de wek girtîgeha pîlot hatiye bijartin. Di vê girtîgehê de 5 girtiyan bi guman jiyana xwe ji dest dan. Parlamenterê DEM'ê Partiyê Yilmaz Hun got: "Li vê girtîgehê polîtîkayek taybet tê meşandin."
Endama DÎB'ê Goz: Cihên Lihevkirina Bajêr di hedefê de ne
Endama DÎB'ê Hatîce Goz tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyan weke pêngaveke sazûmankirina faşîst nirxand û diyar kir ku li pişt tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Esenyurtê stratejiyeke ku Lihevkirina Bajêr dike hedef heye.
Li pêşiya şaredariyê bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê bi ser kevin
Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram ku li şûna wê qeyûm hate tayînkirin, li pêşiya şaredariya bi van gotinan bertek nîşan da: “Ev gel êdî şiyar bûye. Em ê bi ser kevin.”
Hevşaredarê Xelfetiyê Karayilan: Em ê paşvegav neavêjin
Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin, ev peyam da: “Em ê heta dawiyê li cem gelê xwe cih bigirin. Em ê paşvegav neavêjin.”
Hevşaredara Êlihê Sonuk: Em ê vê rejîma xespkar qebûl nekin
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hate tayînkirin, wiha got: “Me tu caran ev rejîma talanker û xespkar qebûl nekir û dê qebûl nekin jî.”
Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûman daxuyanî da
Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûman a li 3 şaredariyên DEM Partiyê daxuyanî da. Wezaretê ragihand ku bi hinceta lêpirsîn û cezayên derheqê hevşaredaran de didomin qeyûm hatine tayînkirin.
Ahmet Turk: Em ê paşvegavê neavêjin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin, ev peyam da: “Em ê di têkoşîna xwe ya demokrasî, aştî û azadiyê de paşvegavê neavêjin.”
Li 3 şaredariyên DEM Partiyê qeyûm hate tayînkirin
Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê qeyûm hatin tayînkirin.
Li Çorûmê di avahiyekî de teqîn: Kesek mir, 33 kes birîndar bûn
Li Çorûmê di avahiyek 5 qatî de teqîn pêk hat û kesek mir û 33 kes jî birîndar bûn.