‘Ronahiya bi berxwedana Kobanê hat afirandin wê tu carî venemire’
Li Dîlokê bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî hate dayîn û wiha hate gotin: “Ronahiya bi berxwedana Kobanê hat afirandin wê tu carî venemire.”
Li Stenbolê 4 kes hatin girtin
Li Stenbolê ji 20 kesên hatibûn binçavkirin 4 jê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.
Ji bo girtî Gemîcîoglû yê di beşa lênerîna awarte de banga berdanê hate kirin
Di çalakiya ji bo girtiyên nexweş de hate xwestin ku Abdûrrahman Gemîcîoglû yê di beşa lênêrîna awarte de tê ragirtin û Dede Anil bên berdan.
Rapora DFG’ê ya meha cotmehê: Ji 11 rojnamevanan re 19 sal û 8 meh ceza
Di rapora DFG’ê ya meha cotmehê de hate ragihandin ku ji 11 rojnamevanan re 19 sal û 8 meh cezayê hefsê hatiye birîn.
Çawişê Pispor hevjîna xwe qetil kir
Li navçeya Erzînê çawişê pispor ê bi navê Alaatîn Gozen hevjîna xwe Elîf Gozen qetil kir.
Li Erdîşê du malbatan şer kirin: 2 kes mirin
Li navçeya Erdîşê di navbera du malbatan de şer derket, yek jê personelê nexweşxaneyê 2 kesan jiyana xwe ji dest da.
Dayikên Şemiyê ji bo Kerboranê edalet xwestin
Di hefteya 1023’yemîn a çalakiya Dayikên Şemiyê de ji bo 3 jê zarok 8 kesên beriya 29 salan li Kerboranê hatin binçavkirin û piştî demekî dirêj hestiyên wan hatin dîtin edalet hate xwestin.
Aqûbeta kesên di salên 90’î de hatine windakirin hate pirsîn
ÎHD’ê û malbatên windakiriyan aqûbeta Mehmet Şirîn Bayram, Yilmaz Gumuş û Hamît Temel ên di salên 1990’an de hatin windakirin pirsîn.
Li Şirnexê atolyeya zayendî ya civakî
Platforma Şaxan a KESK’ê û Şaxa ÎHD'ê ya Şirnexê bi beşdariya perwerdekar Handan Coşkûn atolyeya zayendî ya civakî pêk anîn.
Konferansa Jinan a HDK’ê: Bi berxwedanê em bi ser dikevin
Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, di Konferansa Jinan a HDK’ê de got: "Ji bo hilweşandina pergala serdest a mêr di nava serhildan û berxwedanê de nin." Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullarî jî wiha axivî: "Ji bo paradîgmaya HDK'ê hîn bêhtir mezin bibe, divê gavên pratîk bên avêtin."
Qeyûm qebûl nekir û îstîfa kir: Divê têkoşîn bê dayîn
Xebatkarê Şaredariya Esenyûrtê Alî Gokmen ê piştî tayînkirina qeyûm a li şaredariyê îstîfa kir, wiha got: “Bi qeyûm re muzakere nabe, têkoşîn dibe.”
Şirîn Elmas a winda bi awayekî qetilkirî hate dîtin
Cenazeyê Şirîn Elmas Hanîlçî ya 6 salî ku li navçeya Şîşliye winda bûbû hate dîtin.
Bakirhan: Ocalan dixwaze mesele bi diyalog û muzakereyê were çareserkirin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê li Amedê tev li civîna gel bû, îşaret bi çareseriya pirsgirêka kurd kir û wiha got: “Birêz Ocalan dixwaze ev mesele bi diyalog û muzakereyê were çareserkirin.”
Li Girtîgeha Îdirê mirinên biguman: Dikujin, paşê wekî xwekuştinê nîşan didin
Dayika Sezer Alan ê ku li Girtîgeha Îdirê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da Selma Karadereyê, behsa îşkenceyên li girtîgehê li kurê wê hatine kirin kir û got: “Ew xwe nakujin. Wan dikujin, didin kuştin û wekî xwe kuştibin nîşan didin."
Gotin 'çareserî' ye, lê kirin; kuştin, zext, binçavkirin, tayinkirina qeyûm e
Ji roja ku gengeşeyên "pêvajoya nû" ku ji aliyê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ve di 2'yê Cotmehê de hatin destpêkirin, li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê bi sedan êriş hatin kirin. Di van êrişan de zarok jî di nav de 27 kesan jiyana xwe ji dest dan, 688 kes hatin binçavkirin, 26 kes hatin girtin û qeyûm tayinî şaredariyekê hat kirin.