Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em ê serî netewînin
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk di çalakiya protestokirina qeyûm de axivî û wiha got: “Em ê serî netewînin. Em ê paşvegavê neavêjin.”
Li Mêrsînê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
Li Mêrsînê li dijî tayînkirina qeyûman a li 3 şaredariyan meş hat lidarxistin û tayînkirina qeyûman hate protestokirin.
Ozel: Ez ê li cem Ahmet Turk cih bigirim
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî tayînkirina qeyûm bertek nîşan da û wiha got: “Ahmet Turk kevoka aştiyê û kesekî zana ye. Ez ê li cem wî bim.”
CHP dê tev li xebatên Meclisê nebe
DEM Partiyê ji ber tayînkirina qeyûman biryar da ku hefteyekê tev li xebatên Meclisê nebe. CHP’ê jî biryar da ku tev li xebatên Meclisê nebe.
Bayindir: Em ê her bihosta xaka Kurdistanê veguherînin cihê berxwedanê
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di çalakiya li Êlihê de axivî û wiha got: “Em ê her bihosta xaka Kurdistanê veguherînin qada berxwedanê.”
Li Wanê çalakiya rûniştinê: Em ê berxwedana Wanê nîşanî we bidin
Li Wanê polîsan êrişî xwepêşandana li dijî qeyûm kirin. Piştî êrişê rêveberên DEM Partiyê û welatiyan çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û peyama “Em mîna berxwedana Wanê li dijî qeyûman rabin” dan.
Uçar: Ên ku rewatiya wan nemaye darbeyê dikin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê axivî û tayînkirina qeyûm weke “derbe” nirxand. Uçar, got ku kesên rewatiya wan nemaye li dijî gel darbeyê dikin.
Omer Ocalan: Ma hûn dê yekitiya navxweyî wiha çêbikin?
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di çalakiya protestoyê ya li Xelfetiyê wiha got: “Tiştên îro diqewin, pirsgirêkên heyî girantir dikin. Ma hûn dê yekitiya navxweyî wiha çêbikin?”
Qeyûm weke karê ewil wêneyê Erdogan daliqand
Tuncay Akkoyun ku weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hate tayînkirin, weke karê ewil li odeya meqamê wêneyê Erdogan daliqand.
Tu eleqeya lêpirsîna hatiye destpêkirin bi hevşaredar Karayilan re nîne!
Derket holê ku tu eleqeya lêpirsîna weke hinceta tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Xelfetiyê hatiye nîşandan bi Hevşaredar Mehmet Karayilan re nîne.
Jinên êlihî bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê li dijî qeyûm li ber xwe bidin
Jinên Êlihê diyar kirin ku tenê “dizî” karê AKP’ê ye û gotin ew ê li dijî qeyûm li ber xwe bidin.
Li Mêrdînê bangî muxalefetê kirin: Divê em milên xwe bidin hev û berxwedanê mezin bikin
Hevşaredarên di çalakiya protestokirina qeyûm a li Mêrdînê de axivîn ji muxalefetê re wiha gotin: “Divê em bên gel hev, milên xwe bidin hev û vê berxwedanê mezin bikin.”
Ji bo meşa li dijî qeyûm a li Amedê banga tevlibûnê hate kirin
TJA, DBP û DEM Partiyê ragihand ku dê li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredariyên Êlih, Mêrdin û Xelfetiyê li Semta Ofîsê ya Amedê saet di 15.00’ê de meşê li dar bixin û banga tevlibûnê kirin.
DEM Partî dê civîna koma xwe li Mêrdînê li dar bixe
DEM Partiyê biryar da ku civîna koma xwe ya heftane ya Meclisê li Mêrdînê li dar bixe ku qeyûm lê hate tayînkirin.
Li şûna hevşaredara bi rêjeya herî bilind hatiye hilbijartin qeyûm tayîn kirin
Li şûna Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk bi rêjeya herî bilind hatibû hilbijartin, qeyûm hate tayînkirin.