ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2024'AN
ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2024'AN

Stenbol li dijî qeyûm li ser pêyan e: Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan
Stenbol li dijî qeyûm li ser pêyan e: Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan

Welatiyên li Esenyûrtê ji bo şermezarkirina qeyûman meşiyan û dirûşmên "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor" û "Jin Jiyan Azadî" berz kirin.

Ûçar: Tekane rê azadiya birêz Ocalan e <br> Beştaş: Faşîzma li Kurdistanê nikare bibe demokrasiya Tirkiyeyê
Ûçar: Tekane rê azadiya birêz Ocalan e
Beştaş: Faşîzma li Kurdistanê nikare bibe demokrasiya Tirkiyeyê

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li dijî tayinkirina qeyûman got: "Tekane rê azadiya birêz Ocalan e ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin" û Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş jî got: "Faşîzma li Kurdistanê nikare bibe demokrasiya Tirkiyeyê."

Li Êlihê herî kêm 60 kes hatin binçavkirin
Li Êlihê herî kêm 60 kes hatin binçavkirin

Polîsan êrişî kesên ku li dijî desteserkirina Şaredariya Êlihê li ber xwe dan kirin û herî kêm 60 kes binçav kirin.

Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin

Li Mêrsînê 6 kes bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” hatin girtin.

TJA: Em ê mafê xwe dîsa bi dest bixin
TJA: Em ê mafê xwe dîsa bi dest bixin

TJA’yê desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê şermezar kir û got, “Em ê serî li hember darbekaran netewînin. Em ê di her şert û mercî de mafê xwe dîsa bi dest bixin.”

Li Xelfetiyê bi hezaran kes li dijî qeyûm meşiyan
Li Xelfetiyê bi hezaran kes li dijî qeyûm meşiyan

Bi hezaran kes li dijî tayînkirina qeyûman ên li Xelfetiyê ji avahiya şaredariyê heta avahiya navçeya Xelfetî ya DEM Partiyê meşiyan.

Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ber xwe dide
Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ber xwe dide

Xelkê Êlihê li dijî tayînkirina qeyûm li ber xwe dide. Polîsan êrişî gel kirin.

DEM Partiyê daxwaza Îmamoglû erênî bersivand
DEM Partiyê daxwaza Îmamoglû erênî bersivand

DEM Partiyê ji bo daxwaza Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ku bi rojeva “qeyûm” randevû xwest, bersiva erênî da.

Bertekên li dijî qeyûman mezin dibin: Em ê rê nedin qeyûman
Bertekên li dijî qeyûman mezin dibin: Em ê rê nedin qeyûman

Li bajarên Serhedê û navçeya Cizîrê li dijî tayînkirina qeyûman çalakî hatin lidarxistin û ev peyam hate dayin: “Em ê rê nedin xespa qeyûman.”

Li Amedê bi hezaran kes li dijî qeyûman meşiyan
Li Amedê bi hezaran kes li dijî qeyûman meşiyan

Li Amedê bi hezaran kes li dijî tayînkirina qeyûman meş li dar xistin û desthilatdariya AKP-MHP’ê protesto kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê kurd nebin kurdên desthilatdariyê û wê rejîma qeyûman qebûl nekin.

Gemîcîoglû sewqî ATK’ê hate kirin
Gemîcîoglû sewqî ATK’ê hate kirin

Girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû ku li beşa lênihêrîna awarte tê tedawîkirin, li ser biryara bijîşkan sewqî ATK’ê hate kirin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Kirkazak: Roj roja mezinkirina berxwedanê ye
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Kirkazak: Roj roja mezinkirina berxwedanê ye

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak tev li nobeta li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê hatiye destpêkirin bû û wiha got: “Li dijî talana sedsalî roj roja mezinkirina berxwedanê ye."

Meclisa Şaredariya Êlihê civiya: Kolan ên me ne
Meclisa Şaredariya Êlihê civiya: Kolan ên me ne

Şaredariya Êlihê Civîna Asayî ya Mijdarê ya Meclisa Şaredariyê li pêşiya şaredariyê li dar xist ku di dorpêça polîsan de ye.

Hatîmogullari: Tu derdê van ê 'aştiya navxweyî' tune <br> Bakirhan:Dîsa înkara kurdan plan kirin
Hatîmogullari: Tu derdê van ê 'aştiya navxweyî' tune
Bakirhan:Dîsa înkara kurdan plan kirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Êlihê tayînkirina qeyûm şermezar kir û got: "Tu derdê van ê aştiya navxweyî tune ye. Em ê li dijî darbeyan serî netewînin." Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan jî anî ziman ku bi destdirêjkirinê dîsa înkara kurdan plan kirin.

< 546 547 548 549 550 > Rupel 548 / 5.358