Li Êlihê gel li dijî êrişên polîsan li ber xwe dide
Girseya li pêşiya Şaredariya Êlihê li dijî êrişên polîsan dest bi berxwedanê kir. Rojnameger Pelşîn Çetînkaya hate derbkirin û binçavkirin.
Hatimogûllari diçe Xelfetiyê
Parlamenter û rêveberên DEM Partiyê li Xelfetiyê serdana dikandaran kirin û banga beşdariya hevdîtina ku wê Hevserok Tulay Hatimogûllari beşdar bibe kirin.
‘Li dijî darbeya qeyûman wê berxwedana me bênavber bidome’
Li dijî tayînkirina qeyûman li gelek bajaran daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: “Wê li dijî darbeya qeyûm berxwedana me bênavber bidome.”
Olûç ji parlamenterên AKP’ê re got: Hûn desthilatdariyek darbekar in
Parlamenterê DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman da û ji parlamenterên AKP’ê re got: “Hûn wek desthilatdariyek darbekar di nav dîrokê de cih digirin.”
Berxwedana Xelfetiyê: Wê gelê kurd teslîmî qeyûm nebe
Li Xelfetiyê berxwedana gel a dijî qeyûm di roja duyemîn de didome. Parlamenter Mîthat Sancar axivî û got: “Gelê kurd teslîmî qeyûm nebû û wê qet jî nebe.”
Baroya Amedê ji bo betalkirina biryara qedexeyê doz vekir
Baroya Amedê ji bo betalkirina biryara qedexeya çalakî û xwepêşandanan a walîtiya Amedê doz vekir.
Li dijî xespkirina îradeyê kampanyaya hashtagê hate destpêkirin
Li dijî xespkirina şaredariyan li ser platforma medyaya dijîtal X’ê bi dirûşma #SeçimleGeldikKayyımlaGitmeyiz kampanyaya hashtagê hate destpêkirin.
Îmamoglû: Em li dijî sepanên antîdemokratîk ji îro ve dikevin nava tevgerê
Serokê TBB’ê Ekrem Îmamoglû diyar kir ku ji bo Meclis sererastkirina têkildarî qeyûman betal bike ketine nava tevgerê û wiha got: “Bi sepanên êdî sîstematîkbûyîn re azadiya bijartin û hilbijartinê hatiye tunekirin.”
Sonuk: Tenê gel dikare înîsiyatîfa rêvebirina şaredariyê ji me bistîne
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hate tayînkirin, diyar kir ku şaredarî bi ked û erêkirina gel bi dest xistine û wiha got: “Tenê gel dikare înîsiyatîfa rêvebirina şarederiyê ji me bistîne.”
Hatîmogûllari: Em ê li dijî derbeyê bênavber têbikoşin
Bakirhan: Heke hûn çareseriyê bixwazin, wê demê tecrîdê rakin û qeyûman paşve bikişînin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê axivî û got ku dê li dijî derbeyê bênavber têbikoşin. Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan jî diyar kir ku yên çareseriyê dixwazin divê tecrîdê rakin û qeyûman paşve bikişînin.
Serokê Baroya Bedlîsê yê berê hat binçavkirin
Serokê Bariya Bedlîsê yê berê Fuat Ozgul di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.
Berxwedana xelkê Êlihê ya li dijî qeyûm di roja 2’yan de didome
Girseya ku ji gelek noqteyan bi dirûşmên “Bijî berxwedana Êlihê” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” ber bi Şaredariya Êlihê ve meşiyan, daxuyaniyê dide.
Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Li Xelfetiyê protestokirina qeyûm di roja duyemîn de ye
Li Xelfetiyê berxwedan li dijî tayînkirina qeyûm hat destpêkirin, di roja duyemîn de didome.
Ji Bahçelî daxuyaniya ‘ez li pişt gotina xwe me’
Devlet Bahçelî bi şertê ku Abdullah Ocalan “fesxkirina rêxistinê” xwest bê Komcivîna DEM Partiyê û got: “Ez li pişt gotina xwe me. Ez di pêşniyara xwe de bi israr im.”