Li Dêrsimê polîsek mir
Polîsê tîmên taybet Yîgît Can Yîgît li Dêrsimê mir. Hat îdiakirin ku guleyek li serê wî ketiye û miriye.
ÎHD’ê kampanyaya ‘şandina pereyan a ji girtîgeh re sûc nîne’ da destpêkirin
ÎHD’ê diyar kir ku piştevaniya bi girtiyan re sûc nîne û di vê çarçoveyê de kampanyaya şandina pereyan a ji Hatîce Onaran re da destpêkirin. ÎHD’î dê her mehê ji Onaran re pereyan bişînin.
Li gelek bajaran banga ‘bûdçeya ji bo ked û edaletê’ hate kirin
DEM Partiyê li gelek bajaran têkildarî hevdîtinên bûdçeyê daxuyanî da û banga “bûdçeya ji bo ked û edaletê” kir.
Têkildarî kuştina Çitay 3 polîs ji peywirê hatin dûrxistin
Walîtiya Çewligê ragihand ku ji ber kuştina Sînan Çitay, 3 polîs ji peywirê hatin dûrxistin.
‘Sîxûriya tesîrkirinê’ ji pêşniyarqanûnê hate derxistin
Îktîdara AKP-MHP’ê li ser berteka partiyên muxalefetê paşvegav avêt û sererastkirina “sîxûriya tesîrkirinê” ji pêşniyarqanûnê derxist.
Baroya Wanê têkildarî tundiya li zarokan hatiye kirin serlêdana sûc kir
Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Wanê ji ber tundiya polîsan a li navçeya Tûşbayê li 2 zarokan kiribû, giliyê polîsan kir.
Di berxwedana Êlihê de ji bo mitînga 17’ê mijdarê bang hate kirin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di çalakiya li Êlihê ya li dijî tayînkirina qeyûm de axivî û ji bo mitînga “Demokrasî û azadiyê” ku dê di 17’ê mijdarê de bê lidarxistin, banga tevlibûnê kir.
Lêkolîna qadê: Hilbijêrên kurd qeyûm naxwazin
Spectrum House bi hilbijêrên kurd re lêkolîna qadê kir û ji beşdaran ji sedî 74,2’yan tayînkirina qeyûman “xelet” nirxandin. Beşdaran gotin ku divê muxalefet li dijî qeyûman bi hev re têbikoşe.
Li Wanê bi ser malan de hate girtin
Polîsên dewleta tirk li Wanê bi ser malan de girtin û zarok jî di nav de gelek kes binçav kirin.
Ji Dîlokê bo piştevaniyê hatin Xelfetiyê
Berxwedana xelkê Xelfetiyê ya li dijî tayînkirina qeyûm di roja 10’emîn de didome. Gelek kes ji Dîlokê ji bo piştevaniyê hatin serdana berxwedêrên Xelfetiyê.
Girtiyan name şandin: Sewqên me nayên kirin, gef li me tên xwarin
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê ji parlamenterên DEM Partiyê re name şandin û gotin ku gef li wan tên xwarin û sewqên wan ên ji bo nexweşxaneyê nayên kirin.
Rapor nedan girtiyê ji hêla gardiyanan ve hatiye derbkirin
Girtî Mehmet Faruk Engîn li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin. Engîn, ji ber ku ferzkirina lêgerîna tazî qebûl nekir ji hêla gardiyanan ve hate derbkirin. Rapora derbkirinê nedan Engîn.
Mamosteya li dijî xespkirina îradeyê têdikoşe: Ez xwedî li dengê xwe derdikevim
Mamoste Sîbel Suna ya ku di protestoyên li dijî qeyûm ên Êlihê de hatibû binçavkirin û piştre hate berdan, wiha got: “Me dengê xwe da DEM Partiyê û em hêj jî li gel dengê xwe ne. Bi berxwedana vê derê serbilind im.”
AYM’ê redkirina serlêdana ‘şertên nebaş’ weke ‘binpêkirin’ qebûl kir
Girtiyê bi navê Hakan Buzhane têkildarî şert û mercên nebaş ên li girtîgehê serlêdan kiribû û ev serlêdan hatibû redkirin. AYM’ê, redkirina serlêdana Buzhane weke “binpêkirin” qebûl kir.