Karasu ‘hevdîtina bi telefonê ya bi Qendîlê re’ derewand
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasu îdiaya ku bi Rêberê PKK’ê re li ser telefonê hevdîtin kirine, derewand.
Dosyayên parêzbendiyê yên 5 wekîlan li Meclisê ne
Hat xwestin ku parêzbendiyên Amira îdareyê ya Meclisê ya DEM Partiyê Saliha Aydenîz û 4 parlamenteran were betalkirin.
Seyîd Riza li Dêrsimê hate bibîranîn: Ên daxwaza wan aştî divê bi komkujiyê re hevrû bibin
Seyîd Riza û hevalên wî di 87’emîn salvegera bidarvekirina xwe de li Dêrsimê tên bibîranîn.
Li Meletiyê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
Li navçeya Wêranşar a Meletiyê bi pileya 4,9’ê erdhej çêbû.
Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Çakmak: Hevdîtinek nayê wateya bidawîbûna tecrîdê
Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê didome. Çakmak, bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd de û got: “Divê dewlet gavên jidil biavêje”.
Li Stenbolê zarokek hate girtin
Zarokekî 15 salî li Kuçukçekmeceyê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin.
Bayindir: Divê kesên azadî û demokrasiyê dixwazin tev li mitîngê bibin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku di mitînga 17’ê mijdarê ya li Êlihê de hem dê bertekê nîşanî xespkirina îradeyê bidin hem jî dê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd derkeve pêş.
Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
Li qada Geliyê Diriyan a li navçeya Geverê operasyona leşkerî hae destpêkirin.
Hevserokê KON-MED’ê Gok: Ji bo azadiyê em tev li mitînga Kolnê bibin
Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok diyar kir ku dê di 16’ê mijdarê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tev li mitînga li Kolnê bibin û wiha got: “Gelê me dê xwedî li felsefeya Rêber Apo derkeve.”
Di Doza Qontaxê de polîs hatibû girtin: Ji dozgerê Dadgeha Bilind daxwaza ‘awarte’
Di Doza Qontaxê de polîsê tîmên taybet hatibû girtin û Dozgerê Dadgeha Bilind “îtîraza awarte” ya li dijî girtinê hatibû kirin qebûl kir û xwest biryar were betalkirin. Parêzer Mûrat Tîmûr got ku divê polîsê behsa xeberê ji sûcê “kuştina mirovan” were darizandin lê ji bo tehliyekirina wî hewldanên awarte hene.
'Dosyeya ku di sala 2019'an de wekî sedema tayînkirina qeyûm hat nîşandan bi beraetê bi encam bû'
Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngolê diyar kir ku desteserkirina îradeyê ne qanûnî, siyasî ye û got: "Me wekî DEM Partiyê bi hinceta ku ev pêkanîn wekî tayinkirina qeyûman a li hemû hilbijartiyan e, me doz vekir."
Girtî Serhat: Em bi pêkanînê 12'ê Îlonê re rû bi rû ne
Metîn Serhat, girtiyê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 1 a Sûlûcayê ku bi binpêkirina mafan di rojevê de ye, diyar kir ku bi pêkanînên 12'ê Îlonê re rû bi rû ne.
Rojnamevan Duran: Tirkiye muzakereyê nake, dibêje 'teslîm bibin yan na em ê bişewitînin'
Rojnameger Ragîp Dûran anî ziman ku divê di çareseriya pirsgirêka kurd de alî di nava şert û mercên wekhev de bin û got: "Tirkiye di warê muzakere û bazariyê de ne xwedî ezmûn e. Tenê ezmûnek wê heye; dibêje 'Ya teslîm bibin an em ê bişewitînin û hilweşînin.'"