Gemîcîoglû hat berdan: 21 roj in li nexweşxaneyê ye
Gemîcîoglû hat berdan: 21 roj in li nexweşxaneyê ye

Girtiyê nexweş Abdûrrahman Gemîcîoglû yê 21 roj in li nexweşxaneyê tê dermankirin, cezayê wî 6 mehan hat taloqkirin û hat berdan.

Baroyên bakurê Kurdistanê li Mêrdînê ne: Qeyûman paşve bikişînin
Baroyên bakurê Kurdistanê li Mêrdînê ne: Qeyûman paşve bikişînin

Serokên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê hatin Mêrdînê û bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan. Serokên baroyan gotin ku qeyûm rewa nînin û xwestin paşve bên kişandin.

Danişîna doza ‘Meşa azadiyê’ hate taloqkirin
Danişîna doza ‘Meşa azadiyê’ hate taloqkirin

Bi hinceta ku beşdarî “Meşa Azadiyê ya Mezin” bûne derheqê 29 kesan de doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê hate lidarxistin û danişîn hate taloqkirin.

DEM Partiyê bang kir: Werin ji bo aştiyeke birûmet em berpirsyartiyê li xwe bigirin
DEM Partiyê bang kir: Werin ji bo aştiyeke birûmet em berpirsyartiyê li xwe bigirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari piştî hevdîtina bi Partiya Pêşerojê re daxuyanî da û wiha bang li hemû derdoran kir: “Werin ji bo aştiyeke birûmet em berpirsyartiyê li xwe bigirin.”

Li Êlihê ji bo 17’ê mijdarê bang: Ji bo parastina azadiyê em li qadan bin
Li Êlihê ji bo 17’ê mijdarê bang: Ji bo parastina azadiyê em li qadan bin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar ji bo mitînga 17’ê mijdarê ya li Êlihê bang kir û wiha got: “Li dijî rejîma tecrîd, ji bo parastina azadiyê em dakevin qadê.”

Bi hinceta konserê derheqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
Bi hinceta konserê derheqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin

Piştî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Enqere û Stenbolê, niha jî bi hinceta “konserê” derheqê Şaredariya Beykozê ya CHP’î de lêpirsîn hate destpêkirin.

Tîryakî: 11 roj in hêj biryara qeyûm nehatiye teblîxkirin
Tîryakî: 11 roj in hêj biryara qeyûm nehatiye teblîxkirin

Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku bi ser tayînkirina qeyûm re 11 roj derbas bûne lê hêj jî biryara têkildarî dûrxistina hevşaredaran a ji peywirê nehatiye teblîxkirin.

Berxwedana Xelfetiyê ya li dijî qeyûm didome
Berxwedana Xelfetiyê ya li dijî qeyûm didome

Berxwedana li Xelfetiyê li dijî qeyûm hatiye destpêkirin di roja 11’emîn de berdewam dike.

Tehliyeya Karak ê 29 sal in girtî ye 6 salên din taloq kirin
Tehliyeya Karak ê 29 sal in girtî ye 6 salên din taloq kirin

Mehmet Durak Karak 29 sal in girtî ye û li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê tê ragirtin. Bi hinceta “cezayên hucreyê”, tehliyeya Karak 6 salan hate taloqkirin.

DAD: Bila cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bên eşkerekirin
DAD: Bila cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bên eşkerekirin

DAD’ê di salvegera bidarvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de daxuyanî da û xwest cihên gorên wan bên eşkerekirin û bi komkujiyê re hevrûbûnek çêbibe.

Ji baroyan berteka hevpar: Qeyûm ne hiqûqî ne ne jî rewa ne
Ji baroyan berteka hevpar: Qeyûm ne hiqûqî ne ne jî rewa ne

Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk li Êlihê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û wiha got: “Tu bingeheke hiqûqî ya tayînkirina qeyûman û rewatiyeke wê nîne. Tavilê dev ji vê sepana derhiqûqî berdin.”

Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Wê qeyûm li Stenbolê bi hevdîtina gel bê protestokirin
Wê qeyûm li Stenbolê bi hevdîtina gel bê protestokirin

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê dê li Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûman "civîna gel" pêk bînin. Hevberdevka DEM Partiyêê ya Bakurê Marmarayê Aylîn Hacalogûyê got: "Em xwedî li vîna xwe derkevin û rê nedin qeyûman."

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Kuçukbalaban: Ji bo biçin Îmraliyê dê serlêdanê bikin
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Kuçukbalaban: Ji bo biçin Îmraliyê dê serlêdanê bikin

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban ê ku xwest rêxistinên sivîl bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, diyar kir ku ji bo heyeta ÎHD'ê biçe Girava Îmraliyê dê serlêdaneke nû bikin.

Amadekariyên mîtînga 'azadiyê' didomin: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin
Amadekariyên mîtînga 'azadiyê' didomin: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin

Hevserokê KCDK-E Engîn Sever ji bo mîtînga 16'ê Mijdarê ya li Kolnê ya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan tê lidarxistin banga "Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin" kir.

< 529 530 531 532 533 > Rupel 531 / 5.358