Parêzer Raziye Ozturk: Tecrîda Bahçelî îtîraf kiribû hêj didome
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk di panela Baroya Rihayê de axivî û got ku tecrîda ji hêla Devlet Bahçelî ve hatiye qebûlkirin hêj didome.
DEM Partiyê rapora binpêkirinên mafan eşkere kir: Zext ji sedî 50 zêde bûn
Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku di nava salê de 3 hezar û 128 DEM Partiyî hatine binçavkirin, ji van 409 jê hatine girtin û di çalakiyan de 173 kes hatine girtin.
Ji Amedê bang: Em berxwedanê mezin bikin, xwedî li Rojava derkevin
Li Amedê têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî hate dayin û ev bang hate kirin: “Em berxwedanê mezin bikin, xwedî li modêla jiyana demokratîk û azad derkevin.”
Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
Di serdegirtinên malan ên li Wanê de Serokê Konseya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Fîkret Dogan û 2 kesên din hatin binçavkirin.
Hevserokên Giştî bi nûnerên 31 welatan re hatin gel hev
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi nûnerên dîplomasiyê yên 31 welatan re hatin gel hev. Di hevdîtinê de rola Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd de û mijara tecrîdê hate axaftin.
Hunermend Pinar Aydinlar hate binçavkirin
Hunermend Pinar Aydinlar bi hinceta gotina “Ne Tuncelî, ji bo me Dêrsim e” hate binçavkirin.
Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Hevserokê PYD’ê: Ger em li Şamê yek bin neçar in îradeya me qebûl bikin
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso diyar kir ku ji bo hevdîtinên li Şamê amadekariyê dikin, hewl didin heyetekê ava bikin û wiha got: “Sedsaleke ku em winda bikin tune. Ger em bibin yek neçar in îradeya me qebûl bikin.”
Bîlançoya şerê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hate eşkerekirin
Fermandariya Giştî ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya şerê 3 rojan ê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê eşkere kir û got di pevçûnan de 210 endamên komên paramîlîter hatine kuştin.
Li Mêrsînê siyasetmedar û parastvanên mafan hatin binçavkirin
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan û siyasetmedar û parastvanên mafan jî di nav de 5 kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.
Ji ber berfê li Wanê rêya 131 jîngehan hatin girtin
Ji ber barîna berfa zêde li Wanê rêya 86 gundan û 45 mezrayan hatin girtin.
Hat îdiakirin ku alîkariyên piştî şewatê hatin şandin hatine desteserkirin
Fesîh Çelebîoglû ku di şewata 20’ê Hezîranê ya li gundê Tobinî yê navçeya Xana Axparê de 90 sewalên wî miribûn, diyar kir ku alîkariya ji bo malbata wî hatiye şandin ji hêla keyayê gund û kurên wî ve hatine desteserkirin û doz vekir.
Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
PEN a Norwecê der barê îdianameya ku ji bo rojnameger Firat Can Arslan de hatiye amadekirin de raporek amade kir û di raporê de hat gotin ku ev doz hem li dijî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê û hem jî li dijî pîvanên hiqûqa navneteweyî ye.
Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
Malbatên kesên di dema qedexeya li Cizîrê de hatin qetilkirin, diyar kirin kul ew ê zilma li wan hatiye kirin tu caran ji bîr nekin û li pey doza xwe bin.
Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
Li gundên Derxust û Cinezur ên gundê Licê yên di salên 1990'î de hatin şewitandin, ji bo petrolê xebatên rê hatin destpêkirin. Şêniyên gundan bertek nîşanî vê yekê didin û li gel vê Baroya Amedê jî amadekariyan dike ku li dijî wêrankirina xwezayê dozê veke.