Ji bo 47 pirtûk û 12 kovaran biryara berhevkirinê
Li Amedê ji bo 47 pirtûk, 12 kovar û hejmarê 6 rojnameyan biryara berhevkirinê hat dayîn.
Temellî ji Fîdan re got: Ya ku divê were nûkirin polîtîkaya we ye
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişand ser axaftinên Hakan Fîdan ên têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Ya ku divê were nûkirin polîtîkaya we ye.”
Parêzer Şaman: Divê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ sererastkirin bên kirin
Endamê OHD’ê parêzer Lokman Şaman bal kişand ser “Mafê hêviyÊ” yê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku divê sepanên dermirovî yên li Îmraliyê bi dawî bibin.
Bereket Kar: Kurd dê di nexşeya nû de cih bigirin
Pisporê Rojhilata Navîn Bereket Kar geşedanên li Sûriyeyê diqewimin nirxand û wiha got: “Kurd wê di dawiyê de li ser nexşeya nû ya Sûriyê cih bigirin. Ez wisa difikirim ku êdî kurd jî di nav hevkêşeyê de cih digirin û di nav tifaqeke hikûmeta navendî de cih digirin.”
Mazlum Ebdî têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da û got ku ew amade ne li gorî peymanên navneteweyî tevbigerin û bi aliyan re hevkariyê bikin.
Ji bo CPT’yê serlêdan hat kirin: Divê tavilê bê ziyaretkirin
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi daxwaza ku tavilê biçe serdana Girtîgeha Îmraliyê û rapora xwe ya têkildarî serdana girtîgehê eşkere bike, serî li CPT’yê da.
Ji bo mitînga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Arjantînê dixebitin
Departmana Navneteweyî ya CTA Autónomayê Julián Aguirre diyar kir ku hedefa wan ew e ku mitîngeke azadiya Abdullah Ocalan armanc dike li Arjantînê li dar bixin.
'Bi êrişan modêla neteweya demokratîk hedef tê girtin’
Endama Meclisa Jinan a Reqayê Xewla Îbrahîm Îsa diyar kir ku armanca dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê ew e ku projeya neteweya demokratîk têk bibin û got ku ew ê ji bo parastina pergala xwe têbikoşin.
‘Divê êrişên ser Rojava bisekinin, statû were naskirin’
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Wanê bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin divê li dijî êrişan her kes bi berpirsyartiya xwe rabe.
Cenazeyê kurê wê 27 rojan li mizgeftê ma: Sedsal jî derbas bibin ez ê ji bîr nekim
Gurbet Mete a ku di qedexeya Silopiyayê de kurê xwe yê 9 salî Mehmet Mete û kurê tiyê xwe Aydin Mete yê 16 salî û di qedexeya Cizîrê de jî birayê xwe yê 20 salî Şukru Coşkun winda kir, diyar kir ku 27 rojan destûr nehat dayin cenazeyê kurê xwe defin bike.
Li Amedê li dijî êrişan xeleka aştiyê
DAKAP’ê bi dirûşmeya "ji şer re na aştî hema niha" li Qada Deriyê Çiyê çalakiya zincîra aştiyê ava kirin. Derman Ungurê di çalakiyê de axivî û da zanîn ku SMO û yên wê xwedî dikin wê ji jiyana azad û demokratîk re nebin astengî.
Li gelek bajaran êriş hatin protestokirin: Rojava rûmeta me ye
Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran hate protestokirin û peyama “Rojava rûmeta me ye” hate dayin.
Hevserokên Giştî çûn serdana girtiyan
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan çûn serdana kesên demek berê hatin girtin û li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin.
Parastvanên mafan ji bo piştevaniyê ji Hatîce Onaran a girtî re pere şand
Parastvanên mafan ji bo piştevaniya bi Hatîce Onaran re ku ji ber şandina pereyan a girtîgehan re hatibû girtin, çalakî li dar xistin û jê re pere şandin.