'Divê Yekitiya Baroyan rola xwe bilîze û li dijî tecrîdê derkeve'
'Divê Yekitiya Baroyan rola xwe bilîze û li dijî tecrîdê derkeve'

Endama OHD’ê Şukran Ozturk da zanîn ku divê desthilatdarî hiqûqê wek şivekê bi kar neyne, bang li Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê kir ku li dijî tecrîdê bêdeng nemînin û li banga Abdullah Ocalan xwedî derkevin.

Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir
Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir

Siyasetmedar Ertûgrûl Kurkçu bal kişand ser girîngiya hevdîtina li Îmraliyê û wiha got: “Divê sosyalîstên Tirkiyeyê li cem têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd cih bigirin û rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin.”

Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin
Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin

Dewleta tirk şevê din li bajarê Zaxoyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê 2 wesayît bi SÎHA’yan bombebaran kir.

Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve banga tevlibûnê
Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve banga tevlibûnê

Welatiyan banga tevlîbûna meşa 3’ê çile ya li ser sînorê Kobanê ya li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Welatiyan bal kişandin ser banga dawî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gotin, “Peyama ku li vir bê dayîn wê ev be ku ‘ez li Rêbertiya xwe xwedî derdikevim’. Ger peyameke xurt were dayîn dê pêvajo hêsantir bibe.”

Demîrel ê OHD'î: Mafê hêviyê wê bibe gava ewil a dilsoziyê
Demîrel ê OHD'î: Mafê hêviyê wê bibe gava ewil a dilsoziyê

Hevserokê OHD'ê yê Stenbolê Îshak Demîrel diyar kir ku tecrîd hê jî didome û got ku ger pêvajoyek bê meşandin divê di navbera wekhevan de pêk were. Demîrel got: "Pêkanîna mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan wê bibe gava yekem a dilsoziyê."

'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'
'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'

Siyasetmedar û welatiyan diyar kirin ku divê her kes li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin û gotin: "Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin."

Francesca Baruffaldi: Serbestberdana Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûyînê
Francesca Baruffaldi: Serbestberdana Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûyînê

Francesca Baruffaldi ku ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serî li Wezareta Dadê da wiha got: “Ez bi aştiya di navbera gelan de bawer im. Serbest berdana Rêberê Gelê Kurd wê hem ji bo pirsgirêka kurd hem jî ji bo demokratîkbûnê bibe gava yekemîn."

Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil: Ev êriş li dijî azadiya jinê ye
Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil: Ev êriş li dijî azadiya jinê ye

Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil a ku şîrketa wan ji aliyê asayişê ve hat girtin got: "Ev êriş, li dijî reng, deng û azadiya jinê ye."

ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2025'AN
ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2025'AN

'Gava şênber a pêvajoyê azadiya Ocalan e'
'Gava şênber a pêvajoyê azadiya Ocalan e'

Çalakiya Nobedê ku li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê li hemberî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine destpêkirin didome. Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz di çalakiya nobedê de axivî û wiha got: "Bêyî azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan em nikarin bêjin 'gavek hatiye avêtin'. Divê êdî gavên berbiçav bên avêtin.”

Li Tişrînê pevçûn, li Tebqayê bombebaran
Li Tişrînê pevçûn, li Tebqayê bombebaran

Piştî êrîşên Tirkiyê û komên girêdayî wê yên ASN’ê yên li başûrê bendava Tişrînê, li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin. Li Tebqayê jî fabrîqayek hat bombekirin.

Li ser sînorê Kobanê nobed didome
Li ser sînorê Kobanê nobed didome

Çalakiya nobedê ya li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine destpêkirin li navçeya Pirsûsê ya li ser sînorê Kobanê hatiye destpêkirin, di roja 10’emîn de didome.

Taziyeya Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
Taziyeya Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin

Ahmet Baysoy ê ku 40 salan di nav têkoşîna azadiya Kurd de cih digirt û duh jiyana xwe ji dest da û şîna wî bi girseyî hate ziyaretkirin.

Li ser sînorê Kobanê nobed di roja 10’emîn de didome
Li ser sînorê Kobanê nobed di roja 10’emîn de didome

Çalakiya nobedê ya li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine destpêkirin li navçeya Pirsûsê ya li ser sînorê Kobanê hatiye destpêkirin, di roja 10’emîn de didome.

Li Qereqozaqê SÎHA’yeke Tirkiyeyê hat xistin
Li Qereqozaqê SÎHA’yeke Tirkiyeyê hat xistin

Hat ragihandin ku QSD’ê li nêzî pira Qereqozakê SÎHA’yeke Bayraktar TB2 ya Tirkiyeyê xistiye xwarê.

< 460 461 462 463 464 > Rupel 462 / 5.358