Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Kaya ê di protestoya qeyûm de hate girtin qala îşkenceyê kir
Yûsûf Kaya ku di dema çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm de hate binçavkirin û girtin û çendek roj berê hate berdan, diyar kir ku polîsan jê re got “Te bangî walî kir, silavên taybet ên walî ji bo te hene” û îşkence vegot. Kaya, da zanîn ku dê berxwedana wan li dijî zilmê bidome.
Gel ji bo meşa ser sînor li Pirsûsê kom bû
Gelek welatiyên li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Wanê berê xwe dan Pirsûsê, gihiştin navçeyê.
Serokê Baroya Amedê: Ji bo çareseriyê em amade ne peywirê li xwe bigirin
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç anî ziman ku ew ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd amade ne peywirê li xwe bigirin û wiha got: “Ji bo çareseriyê divê diyalog hebe û ji bo vê jî divê şert û mercên alî bikarin xwe bi awayekî azad bînin ziman hebin.”
Baroya Mêrdînê li dijî biryara qeyûm serî li dadgehê da
Baroya Mêrdînê li dijî biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, bi daxwaza sekinandin û betalkirina biryarê serî li dadgehê da.
HDK û DEM Partiyê ji bo aştiya civakî zend û bend badan
HDK dê bi şîara “Di rêya jiyana wekhev û azad de çareserî di aştiyê de ye” kampanyaya îmzeyan dide destpêkirin. DEM Partî jî dê li dijî xizanî û şer starta kampanyaya “Ked û aştî” bide.
Rojnamevan Şah: Dê şerê xetên bazirganî û enerjiyê berbelav bibin
Rojnamegerê qibrisî Ezîz Şah diyar kir ku planên Çîn, YE û DYE'yê wê li herêmê bi xeta boriya gaza xwezayî ya Qeter-Tirkiyeyê re ku piştî çûna Esad careke din derketiye pêş, li hev asê bibin û got dê têkoşîna xeta bazirganî û enrejiyê bi bazirganî, rêyên gihaniyê re bibin yek û li qadeke berfireh berbelav bibin.
Bavek û 2 jê nexweş 4 kur
Mehmet Arslan diyar kir ku metirsiya jiyanê ya 2 kurên wî yên ji ber li îşkenceya li girtîgehê li wan hatiye kirin careke din rû dane heye û bang li ÎHD, OHD û parlamenteran kir ku zarokên wî bên dermankirin.
Çi bû ji Rojîn Kabaîşê: Çima hevala wê naaxive?
Nîzamettîn Kabaiş anî ziman ku xwestine dosyeya keça wî wekî "xwekuştinê" bê girtin û wiha got: "Me gelek caran xwest bi hevala odeyê ya Rojînê biaxivin, lê midûrê waargehê nehişt. Keçikê telefona me asteng kir. Nexwe ew bi tiştekî dizane ku telefonê venake."
'Ger hêviya ji bo aştiyê hebe divê ji bo mafê hêviyê gavên zelal bên avêtin'
Parêzerê OHD'î Omer Taş ê ku xwest tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û biryara mafê hêviyê bi cih bê got: "Eger hêviya aştiyê hebe divê di vê demê de gavên zelal bên avêtin."
Di têkoşîna azadiyê de 3 jin: Dê neyên jibîrkirin
Jinan, diyar kirin ku pergala mêrê serdest têkoşîna jinan ji bo xwe weke gef dibîne lewma jinên pêşeng hedef digire û dan zanîn ku mîrateya têkoşînê ya Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar li her çar parçeyên Kurdistanê belav bûye.
HSD: Tirkiye tevî koma paramîlîter 'Huras El Din' êrişî Minbic û Bendava Tişrînê dike
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku Tirkiye tevî koma paramîlîter a bi navê “Huras El Dîn” êrişî Bendava Tiştrînê û derdora wê dike.
Endamê Meclisa DEM Partiyê Rohat Guvercîn hate girtin
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rohat Guvercîn ku dema ji derveyî welêt vedigeriya Tirkiyeyê li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê hatibû binçavkirin, hat girtin.
Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in.