HSD’ê banga diyalogê kir
HSD’ê têkildarî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê daxuyanî da û banga diyalogê li hemû aliyan kir.
Rapora girtîgehan: Êrîş, kelepçekirin, lêgerîna tazî
Li gorî rapora OHD û MED TUHAD-FED'ê, di sala 2024'an de girtî bi gelek binpêkirinên mafên mirovan re rû bi rû mane, rastî lêdan, lêgerîna tazî, kelepçekirin, lêgerîna dev hatine û her wiha kurdî hatiye qedexekirin.
Rojnameger Yalçin sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
Rojnameger Celalettîn Yalçin bêyî daxwaza xwe sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hate kirin.
Ji bo tevlibûna meşa li ser sînorê Kobanê bang hate kirin
Sibe dê li ser sînorê Kobanê ku dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO êrişan dibe ser, meş bê lidarxistin. Di çarçoveya amadekariyên meşê de esnaf hatin ziyaretkirin û banga tevlibûnê hate kirin.
Dayikên Aştiyê: Ji bo şer bi dawî bibe divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
Dayikên Aştiyê ku pêşengtiya çalakiya nobetê ya li ser sînorê Kobanê dikin, bang li her kesî kirin ku ji bo şer bi dawî bibe berpirsyartiyê li xwe bigirin.
Onder ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re got: Li ser tê axaftin
Şandeya DEM Partiyê bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re hevdîtin kir. Endamê şandeyê Sirri Sureyya Onder ji bo pirsa “Gelo dê bi Serokkomar Erdogan re hevdîtin were kirin an na?” got: “Li ser tê axaftin.”
Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran: Girtina produksiyonan biryareke siyasî ye
Şîrketa Produksiyonê ya Gizingî Berbeyanê têkildarî girtina şîrketa wan li Navenda Metroyê daxuyanî da û got ku biryar derhiqûqî ye û biryareke siyasî ye.
Weqfa Aştiyê: Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe firsendek çêbû
Weqfa Aştiyê têkildarî peyama Abdullah Ocalan got; “Ji bo Tirkiye ji prangaya xwe ya siyasî, civakî û îktîsadî ya ku ev sedsal in bi piyên wê ve hatiye girêdan rizgar bibe, hêviyeke çêbû.”
Bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan: Banga Ocalan li muxalefetê kirin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di meşa ser sînorê Qamişloyê de axivî û got ku banga Abdullah Ocalan bangekî dîrokî ye û banga berpirsyartiyê li tevahiya muxalefeta civakî û siyasî kir.
Muameleya xerab li girtiyê nexweş Aksaç hate kirin
Girtî Mazlum Aksaç li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumluyê tê ragirtin û ji ber ku di dema muayeneyê de nexwest destên wî keçemçekirî bin, rastî muameleya xerab hat.
HSD: SNHR sûcên dewleta tirk vedişêre
HSD’ê diyar kir ku saziya bi navê Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) rastiyan berevajî dike û sûcên dewleta tirk û komar wê ya paramîlîter SMO’yê vedişêre.
Karnameya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê
Li gorî rapora “Karnameya Azadiya Çapemeniyê ya 2024’an: Anatomiya Bêdengkirina Rastiyê” ya Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu amade kiriye, 4 jê di encama êrişa dewleta tirk de bi giştî 5 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane, 112 rojnameger hatine binçavkirin û 26 rojnameger jî hatine girtin.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Çalakvanên ser sînorê Qamişloyê: Divê hevdîtin bidomin û dewlet gavan biavêje
Welatiyên li dijî êrişan ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobetê digirin, bal kişandin ser hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û gotin ku divê dewlet gavan biavêje.