Rojnamegerên jin ên girtî sewqî Girtîgeha Marmarayê hatin kirin
Rojnameger Pinar Gayip, Gulistan Dursun û Serpîl Unal bi îdiaya “dê bibin revîrê” ji qawîşê hatin derxistin û birin Girtîgeha Marmarayê.
Polîsan tundî li xebatkarê paqijiyê yê şaredariyê kirin
Xebatkarê paqijiyê yê Şaredariya Akdenîzê ku ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin, Halîl Tamucu li pêşiya şaredariyê ji hêla polîsan ve hate derbkirin.
Di qezaya li Nisêbînê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan
Di qezaya bi motosîkletê ya li navçeya Nisêbînê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan.
Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Karayilan: Ma li ku hatiye dîtin ku bi şer û gefan aştî tê kirin?
Mûrat Karayilan anî ziman ku bi polîtîkayên şer û bi zimanê gefxwarinê aştî nayê kirin û wiha got: “Rêber Apo tercîha gelê Kurd nîşan da. Heke hûn guh nedin vê, biçûk bibînin, jirêzê bibînin û bikevin nav xapandinê û di şer de israr bikin, hûn ê winda bikin.”
Gel li pêşiya Şaredariya Akdenîzê kom dibe
Piştî binçavkirina Hevşaredarên Akdenîzê, gel li pêşiya avahiya şaredariyê ya hatiye dorpêçkirin kom dibe.
Kurên Agaçhanli yê AKP’î ku gumanbarên cînayetê ne ev 4 meh in winda ne
Bi sedema sûcê kuştina mamoste Ozgur Ekîncî, derheqê kurên Halît Agaçhanli yê AKP’î biryara girtinê hate dayin û ev 4 meh in hêj nehatine girtin. Halîme Ekîncî, bertek nîşanî rewşê da û ji bo hevjînê xwe daxwaza edaletê kir.
Hiqûqnas Kanar: Wekî Mandela divê ji bo Abdullah Ocalan jî şert û mercên wekhev bên pêkanîn
Parêzer Ercan Kanar diyar kir ku divê tecrîd bê rakirin û got: "Bi sererastkirina mewzûata qanûnî re, wekî Nelson Mandela divê ji bo Abdullah Ocalan jî şert û mercên wekhev û guncan bên afirandin."
Gef li girtiyê nexweş hatin xwarin
Girtiyê nexweş Yilmaz Ustek sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Burdurê hat kirin. Ustek, da zanîn ku gardiyanan gef li wî xwarine û hemû alav û amûrên wî desteser kirine.
DEM Partiyê bang li her kesî kir ku bên pêşiya Şaredariya Akdenîzê
Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê bang li hemû welatiyan kir ku li dijî hewldana tayînkirina qeyûm bên pêşiya şaredariyê.
DEM Partî: Îktîdar dev ji pratîkên xwe yên darbekar bernade
DEM Partiyê têkildarî binçavkirina Hevşaredarên Akdenîzê got: “AKP, dev ji pratîkên xwe yên darbekar ên li dijî îradeya gel bernade. Çi bikin jî ew ê mehkûmê têkçûneke mezin bin.”
PSAKD: Elewî rastî qirkirineke 'taybet' tên
Serokê Şaxa PSAKD'ê ya Ataşehîrê Ozgur Demîrcanli bal kişand ser êrişên HTŞ'ê yên li dijî elewiyên li Sûriyeyê û zextên li Tirkiyeyê û got: "Îro em elewî rastî qirkirineke taybet tên."
Bertek nîşanî nevekirina tunelên li ser rêya Colemêrgê dan
Li Colemêrgê 6 sal berê dest bi çêkirina du tunelan hat kirin, lê hê jî nehatine vekirin. Rêxistinên sivîl ên bajêr bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Rêya mirinê ne çarenûsa gelê me ye."
Fransayê ji bo HSD’ê got: Em di ferqa deynê xwe yê ji bo şervanên azadiyê de ne
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê Lemoine, got: “Em di ferqa deynê xwe yê ji bo HSD’ê û şervanên azadiyê de ne. Di salên zehmet ên têkoşîna li dijî terorê de ew bi me re bûn.”