Ji KCK'ê daxuyaniya 'pêvajoyê'
KCK'ê diyar kir ku AKP bi polîtîkaya xwe şer giran dike û bang li gel û hêzên demokratîk kir ku pêvajoya nû rast fêhm bikin, xwedî lê derkevin, li hemberî her cûre êriş û lîstikan hişyar bin û têkoşînê mezin bikin.
Ji bo Rojîn Kabaîşê meş
Ji bo Rojîn Kabaîş ya ku winda bû û cenazeya wê 18 roj şûnde hat dîtin li Kampusa YYU ya Wanê meş pêk hat. Di meşê de Endama Navenda Mafê jinan a Baroya Wane Medîne Turantaylak axivî û diyar kir ku daxwaza wan eve ku DNA’ya du mêran a li ser Rojîn Kabaîş hatiye dîtin bê tespîtkirin.
Temenê wî mezin kiribû ceza lê hatibû birîn: Piştî 30 salan hate berdan
Ferîdûn Demîr ku dema 17 salî temenê wî hatibû mezinkirin û cezayê muebbetê lê hatibû birîn, piştî 30 salan hate berdan.
Rapora girtîgehên Herêma Egeyê ya OHD’ê: Di 2024’an de binpêkirin zêde bûn
Komîsyona Şaxan a OHD’a Îzmîrê diyar kir ku di sala 2024’an de îzolasyon, tecrîd, îşkence û muameleya xerab zêde bûye û bang li Tirkiyeyê kir ku li gorî hiqûqê tevbigere.
Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê civîna meclisê hat lidarxistin
Berxwedana gel a li pêşiya Şaredariya Akdenîzê ya di bin dorpêça polîsan de, didome. Li pêşiya şaredariyê civîna meha Çileyê ya şaredariyê hat lidarxistin.
Doza Hrant Dînk taloqî 7’ê Sibatê hate kirin
Danişîna doza peywirdarên cemaweriyê ku têkildarî qetilkirina Hrant Dînk tên darizandin, taloqî 7’ê Sibatê hate kirin.
Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diherike
Gelek welatiyên ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi Bendava Tişrînê ve ku şer û pevçûnên dijwar lê diqewimin ve diherikin.
Berxwedana li pêşiya şaredariya dorpêçkirî didome
Berxwedana gel a li pêşiya Şaredariya Akdenîzê ku ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin, didome. Hiqûqnas û teqawidan jî piştgirî dan çalakiyê.
Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Tişrîn, Sirîn û Til Temîrê didomin. Çalakiya nobetê ya ji bo sekinandina êrişan hatiye destpêkirin jî di roja 3’yemîn de didome.
Turkyilmaz: Heta Ocalan azad nebe pêvajo dest pê nake
Dîroknas Yektan Turkyilmaz diyar kir ku astengiya li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd “çek” nîne û wiha got: “Li hemberî te muxatabekî medenî tune ye. Heta Ocalan azad nebe pêvajo nabe. ABC ya vî karî hefsa malê nîne.”
14 rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Çapemenî azad e, nayê sansûrkirin
14 rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran bi boneya 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin danezaneke hevpar weşandin. Di danezanê de bal kişandin ser hukmê Destûra Bingehîn a “Çapemenî azad e, nayê sansûrkirin” û wiha hate gotin: “Divê mercên me yên xebatên bên misogerkirin û zexta bêkariyê bê bidawîkirin.”
Saeta ziyaretên ji bo Demîrtaş û Yuksekdag diyar bûn
Saetên ziyaretên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê yên bi Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag re diyar bûn.
Bîranîna Komkujiya Garê: Dê têkoşîna edaletê bidome
Bi boneya meha 111’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê de bîranîn hat lidarxistin û hate gotin ku dê têkoşîna edaletê bidome.
Danişîna doza Dayikên Şemiyê hate taloqkrin
Danişîna doza Dayikên Şemiyê û parastvanên mafên mirovan ku 46 kes tên darizandin, hate taloqkirin.