11 sal berê li ser sînorê Kobanê bû, îro jî li ser sînorê Qamişloyê ye
Hasîbe Mengîrkaon ku di dema êrişên DAIŞ’ê yên sala 2014’an ên li dijî Kobanê de bûbû sembola têkoşînê, li ser sînorê Qamişloyê peyama “Îro jî heman ruh hewce dike” da.
Sakîne Cansiz li Dêrsimê hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wê bidomînin
Ji bo Sakîne Cansiz li Dêrsimê bernameya bi bîr anînê hat lidarxistin. Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî di bîranînê de wiha got: “Em ê têkoşîna Sakîne Cansizê li her derê bidomînin.”
Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Malbata girtiyê hatiye derbkirin serlêdana sûc kir
Girtiyê edlî R.K. ê 65 salî ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Amedê tê ragirtin û ji hêla gardiyanan ve hate derbkirin. Di dema axaftina bidîmen de R.K. şopên derbkirinê nîşan da û malbatê jî qeyd kir.
Nisêbîn talan kirin, dadgehê jî talanker parast
Di dema qedexeya derketina kolanan a li Nisêbînê de 2 jê polîs 3 kesan jî di nava tora talankirina malan de cih digirt. Dadgehê, cezayê van talankeran daxist û tevî îfade û qeydên bêtêlan jî di biryara beraetê ya ji ber sûcê talankirinê de got “delîl tune ne” û talanker parast.
Dîlan Andok: Sarayê xeta berxwedanê ya jinên Kurd afirand
- Dîlan Andok diyar kir ku Sakîne Cansiz bi tiştên afirandî re nemir bûye û wiha got: “Jineke Kurd a pir hêja, seknek û xeta têkoşîn û berxwedanê afirand.”
'Ji bo muzakereyeke rast divê em zorê bidin qada navneteweyî'
Rêveberê Eyaleta Hesen ê Partiya Çep a Alman Jakob Migenda bal kişand ser gengeşeyên ku di çarçoveya pirsgirêka kurd de tên kirin û got: "Ji bo destpêkirina muzakereyeke rast divê zordayîneke navneteweyî çêbibe."
'Pêkanîna jiyana demokratîk erka me hemûyan e'
Endamê Meclisa Gel û Baweriyan a HDK'ê Ayhan Ergenç bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan a ji bo tevkariya erênî ya beşên cuda ya ji bo derdorên cuda û got: "Erka pêkanîna jiyana demokratîk li ser milê me hemûyan e."
Şandeya dixwest cenazeyan wergire ji deriyê sînor vegeriya
Şandeya dixwest cenazeyê rojnamegerên hatine qetilkirin wergire wiha got: “Ev 20 roj in cenaze tên sekinandin. Ji bo ku bêhtir ezyet li cenazeyan neyê kirin em ji deriyê sînor diçin.”
Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî gelê diçû Bendava Tişrînê kir
Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî welatiyên dixwestin biçin Bendava Tişrînê kir.
Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
Di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê de welatiyan bang kirin ku cenazeyên rojnamegerên hatine qetilkirin bên teslîmkirin.
HSD’ê ji ber bombebarankirina Bendava Tişrînê hişyarî da
HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber bomberan û topbarana dewleta tirk, Bendava Tişrînê li ber hilweşînê ye û got: “Ji her karesata li herêmê çêdibe dewleta tirk a dagirker berpirsyar e.”
Dozgerî ji bo rojnamegeran ‘kontrola edlî’ xwest
Sê rojnamegerên duh li Erdîşê hatibûn binçavkirin û îro birin edliyeyê, bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqî dadgeriyê hatin kirin.
Ji bo danişîna doza rojnameger Topaloglû bang
Rojnamegeran ji bo danişîna ewil a doza rojnameger Sadik Topaloglû banga piştevaniyê kirin.