DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûlay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan diyar kirin ku qeyûmê tayînî Şaredariya Akdenîzê hatiye kirin "darbe" ye û gotin: "Qeyûm înkarkirina vîna gel e."
Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
Qeyûmê Şaredariya Akdenîz çawa hat wêneyê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan li odeya serokatiyê daleqand.
Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
Piştî Şaredarê Şaredariya Beşîktaşê Riza Akpolat û 47 kes hatin binçavkirin, polîsan bi bariyeran dora Şaredariya Beşîktaşê girtin.
Li gundên Geverê operasyona leşkerî
Artêşa tirk li gundên li herêma Geliyê Dirî ya li bejahiya navçeya Gever a Colemêrgê dest bi operasyonê kir.
Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
Hejmara 265’an a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Êriş û aştî bi hevre nabin” derket pêşberî xwînerên xwe.
Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê kir.
Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
Hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan hatin girtin.
Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
Şahidên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ku li pêşiya Edliyeya Mêrsînê ne, wiha gotin: “Ji 7 salî heta 70 salî divê em li dijî qeyûman bi ruhê berxwedana zindanan li ber xwe bidin.”
HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
HSD’ê têkildarî pevçûnên dawî yên li xeta başûrê rojhilatê Minbicê daxuyanî da. HSD’ê got: “Di pevçûnan de 23 çete hatin kuştin û 36 jî birîndar bûn.”
Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
Li bakurê Bendava Tişrînê ku berxwedana gel lê didome, şer û pevçûnên dijwar hene.
Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin
Ji endamên Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder got ku di dema serdanê Fîgen Yuksekdag wiha got: “Em bi pêvajoyê re ne û çi bikeve ser milê me em amade ne ku bi keyfxweşî pêk bînin.”
Dayikên Aştiyê li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin
Dayikên Aştiyê ji bo Hevşaredarên Akdenîzê li pêşiya Edliyeya Mêrsînê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû serdana Fîgen Yuksekdag
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Fîgen Yuksekdag re çû Girtîgeha Kocaeliyê.