Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
Bavê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin.
Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
- Polîsan li Amedê bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin û dest danîn ser pirtûk û rojnameyan.
Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, got: “Di çareseriya pirsgirêka Kurd de birêz Abdullah Ocalan sermuzakerevan e. Ev meseleye bêyî birêz Abdullah Ocalan çareser nabe.”
Hrant Dînk hat bibîranîn
Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Agosê Hrant Dînk di 18’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Meletiyê li mala lê ji dayik bûye hat bibîranîn.
Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
Berxwedana li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 10’an de berdewam kir.
HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
Navenda Ragihandina HSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li gundewarên Minbicê li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO'yê çalakiyên bibandor li dar xistine û di çalakiyan de gelek endamên komên paramîlîter hatin kuştin.
6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
6 rojnamegerên 3 roj berê hatibûn binçavkirin hêj jî di bin çavan de ne.
Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Menîce Haco Heyder di êrişa dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê ya li dijî Bendava Tişrînê de hate qetilkirin.
Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
Nivîskar Ayşegul Devecîoglû diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd biqasî tenê girêdayî “berdana çekan” neyê kirin girîng û cidî ye û wiha got: “Ji bo aştî û demokrasiya mayinde divê gav bên avêtin.”
Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
Endamê Konseya Serokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re ji bo çareseriya pirsgirêkan pir girîng in û got: “Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir bibe.”
Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, serî li Wezareta Dadê bide.
Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
Şaxa Hejmar 3 a Egîtîm Sen a Amedê ji bo bîranîna Narîn Guranê dê bi dirûşma “Çîroka her kesî heye” pêşbirka çîrokan li dar bixe.
Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
Meclisa Tenduristiyê ya Şaredariya Amedê civîna xwe ya ewil li dar xist û rêveberiya meclisê diyar kir.