Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
Li rojhilatê Kurdistanê li dijî erêkirina biryara cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî, biryar hat dayin ku di 22’yê Çileyê de greva giştî bê lidarxistin.
Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
Rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna Stenbolê de hatibûn binçavkirin, ji bo îfadeyê birin edliyeyê.
Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê Cem Aydin de lêpirsîn hate destpêkirin.
Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da û got: “Divê hiqûqa navneteweyî bê cîbicîkirin.”
Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
Li navçe û navenda Wanê ji ber barîna berfê rêya 255 gundan hat girtin.
Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
Welatiyan bertek nîşanî êrîşên li derdora Bendava Tişrînê dan û gotin, "Li aliyekê dixwazin birayên me bikujin, li aliyê din jî aştiyê dixwazin. Gelo aştî bi vî rengî dibe?"
Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
Li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê bi sedema ku têlên qefesê yên li ber paca xwe birîne, salek û 6 meh cezayê hefsê li 6 girtiyan hate birîn.
Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tên ragirtin ji ber ku li dijî ferzkirina sepana “lêgerîna nava pêlavê” derketin, dema diçin revîrê jî pêxas diçin.
Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
Endamên ‘Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaîş’ diyar kirin ku heta edalet ji bo Rojîn Kabaîş pêk were dê têbikoşin û dozê gav bi gav bişopînin.
Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
Di çalakiyên nobetê yên li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Semsûr û Şirnexê hatin lidarxistin de ev peyam hate dayin: “Bêyî Rojava çareserî çênabe.”
Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
Kedkarê Çapemeniya Azad Orhan Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe bi girseyî hat bibîranîn.
Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
Şanogerê Kurd Bavê Teyar ku di êrişa dewleta tirk a duh li dijî Bendava Tişrînê de bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
Rojnamegerên di 17’ê Çileyê de hatin binçavkirin û ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin.