Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye
Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çû Girava Îmraliyê.
Nameya binpêkirin vedigot weke ‘xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê’ hat hesibandin!
Ferhat Onkol li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê tê ragirtin û nameya wî ya têkildarî binpêkirinan nivîsandibû, weke "xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê" hat nirxandin.
Ji ber bêdengiyê bertek nîşanî rojnameger û rêxistinên pîşeyî dan
Rojnameger Încî Hekîmoglû û Rûken Tuncel bertek nîşanî bêdengiya rojnameger û rêxistinên pîşeyî ya li hemberî êrişên ser Çapemeniya Azad dan û gotin: "Ji bilî çendek îstîsnayan, çapemeniya Tirk muxalîf nîne."
Rojnameger Koyluoglû: Du kes nahêlin hikûmeta nû were avakirin
Rojnameger Azîz Koyluoglû diyar kir ku hêzên navneteweyî û yên herêmî hewl didin li Herêma Federe ya Kurdistanê hikûmeteke nêzî xwe bidin avakirin û ji bo vê zextê dikin. Koyluoglû, got ku hevdîtinên di navbera PDK û YNK’ê de ji ber du kesan dixitimin.
Jina filistînî gihişt pitika xwe ya ‘dîl’ hatibû girtin
Jina filistinî Samah Raf’at A. Ahmad gihişt pitika xwe ya ku ji ber nekarîbû mesrefên welidînê bide “dîl” hatibû girtin.
Xizmên girtiyan: Pirsgirêk li ser maseyê çareser dibe
Xizmên girtiyan gengeşeyên "çareseriyê" yên piştî hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dest pê kirin nirxandin û gotin: "Divê li dor maseyê rûnin û behsa aştiyê bikin."
Raphaëlle Primet: Di çareserkirina meseleya Kurd de Ocalan kesayeteke bêhempa ye
Yek ji kesên ku ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bike û ji bo vê serî li Wezareta Dadê da endama Partiya Komunîst a Fransayê Raphaëlle Primet got: "Birêz Ocalan ji bo çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurdistanê şexsiyeteke bêhempa ye."
Şandeya DEM Partiyê îro diçe Îmraliyê
Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê îro biçe Girava Îmraliyê.
Xizmên windayan ji bo gengeşeyên meseleya kurd çi dibêjin?
Xizmên windayan Îffet Mutaş û Remziye Bayramê diyar kirin ku ger li welêt aştî pêk were divê dewlet û desthilat gav bavêjin û wiha gotin: “Heta ku pirsgirêk neyên çareserkirin aştî pêk nayê. Em weke xizmên windayan cenazeyên xizmên xwe dixwazin."
Parêzer Mizrak: Divê êrişên ku mafê jiyanê binpê dikin bên rawestandin
Ji rêveberên Baroya Amedê Baver Mizrak diyar kir ku di êrişên li derdora Bendava Tişrînê de mafê jiyanê yê sivîlan hatiye binpêkirin û got: "Divê êriş demildest bên rawestandin."
Di 2 hefteyan de 240 kes hatin binçavkirin
Wezareta Karên Hundir ragihand ku di nava 2 hefteyan de 240 kes hatine binçavkirin.
Polîsan îşkence li ciwanê bi wesayîta zirxî dabûn ser kirin
Polîsan li navçeya Akdenîzê di dema protestokirina qeyûm de bi wesayîta zirxî da ser Furkan Ozen û piştre jî bi lêdanê binçav kir.
3 sal ceza li Aysel Tûglûkê hat birîn
Di doza ku siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ku bi îdiaya "propanganda rêxistinê kiriye" dihat darizandin, 3 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Li Wanê qetilkirina sivîlên li Bendava Tişrînê hat protestokirin
Di daxuyaniya ku bi beşdariya partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Wanê hat dayîn de, êrîşa dewleta Tirk û çeteyên SMO yên girêdayî wê li dijî Rojava û sivîlên li Bendava Tişrînê nobetê digirin, banga "Êrîşan rawestînin" hat kirin.