Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin 4 saetan dewam kir
Şandeya DEM Partiyê li Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtin 4 saetan dom kir.
Dewleta tirk gundên Zirgan û Kobanê bombebaran kir
Dewleta tirk gundê Bûbî yê navçeya Zirganê û gundê Bîr Hiso yê Kobanê bomberan kir.
Ji rojnamegera binçavkirî peyam
Rojnameger Eylem Babayîgît ku îro hatibû binçavkirin, ev peyam parve kir: “Heqîqet, berxwedana me bi xwe ye. Dê berxwedana me bidome.”
Tehliyeya Çelebî careke din hate taloqkirin
Tehliyeya girtî Adnan Çelebî careke din bi hinceta “poşman nîne” û “neçûye qawîşa girtiyên serbixwe” ji bo 3 mehan hate taloqkirin.
Li Dêrsim û Edeneyê binçavkirin hatin protestokirin
Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş jî di nav de 40 kes duh hatin binçavkirin. Binçavkirin, li Edene û Dêrsimê hatin protestokirin.
Li Rojhilat li dijî biryarên darvekirinê greva giştî hat destpêkirin
Li rojhilatê Kurdistanê li dijî biryara darvekirinê ya Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî greva giştî hate destpêkirin.
ÎHD’ê ji bo Rojîn Kabaîşê daxuyanî da: Rapor kêm e, pirs bêbersiv in
Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Enqereyê diyar kir ku rapora têkildarî Rojîn Kabaîşê kêm e û pirs nehatine bersivandin.
40 endamên ESP, SKM û SGDF’ê 2 roj in binçavkirî ne
40 endamên ESP, SKM û SGDF'ê ev 2 roj in binçavkirî ne.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Şeybanî bang li Kurdan kir
Wezîrê Karên Derve yê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê Esaad Hasan Şeybanî, bi zimanê Kurdî daxuyanî da û wiha got: “Kurd li Sûriyeyê bedewî û ronahiyê li cihêrengiya gelê Sûriyê zêde dikin.”
Li Îmraliyê 144 binpêkirin hatin tespîtkirin
Şaxa ÎHD’a Stenbolê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Herêma Marmarayê ya 3 mehan eşkere kir. Şaxa ÎHD’ê got ku li girtîgehên behsa xeberê hezar û 572 binpêkirin û li Girtîgeha Îmraliyê jî 144 binpêkirin hatine tespîtkirin.
Jinan got: Qeyûm xesp e, rewa nîne
Jinên ku tev li çalakiya protestokirina tayînkirina qeyûm a li pêşiya Şaredariya Akdenîzê bûn wiha gotin: “Qeyûm rewa nîne, qeyûm xesp e.”
Navên 45 kesên di şewata hotêlê de mirin diyar bûn
Nasnameyên 45 kesên di şewata Hotêla Grand Kartalê ya li Kartalkayayê de jiyana xwe ji dest dayin eşkere bûn.
Duran Kalkan: Heke hûn cidî bin wê demê gavan biavêjin
Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan diyar kir ku gelê Kurd bêçareserî û bêalternatîf nînin û ji bo bangawaziyên bo çareseriya pirsgirêka Kurd tên kirin wiha got: “Heke kesên van bangan dikin cidî bin, wê demê bila li gorî gotinên xwe tevbigerin û gavan biavêjin.”
Ciwanê polîsan bi wesayîta zirxî dabû ser: Hatim derbkirin lê bijîşk muayene nekir
Ciwanê bi navê Furkan Ozen ku li navçeya Akdenîzê polîsan tundî lê kiribûn, diyar kir ku wesayîta zirxî daye ser wî û tevî ji hêla polîsan ve hatiye derbkirin jî bijîşkê nexweşxaneyê ew muayene nekiriye.
Rojnameger Eylem Babayîgît hate binçavkirin
Rojnameger Eylem Babayîgît di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin.