Ji kesên li Kadikoyê hatin binçavkirin 35 jê hatin berdan
Ji kesên li Kadikoyê hatin binçavkirin 35 jê hatin berdan

Duh ji bo protestokirina endam û rêveberên ESP û SGDF’ê li Kadikoyê çalakî hat lidarxistin û gelek kes hatin binçavkirin. Ji 38 binçavkiriyan 35 jê hatin berdan.

HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir

Navenda Ragihandina HSD’ê bîlançoya şer a 24 saetên dawî eşkere kir. HSD’ê, got: “Di şer û pevçûnên duh ên li gundewarên rojhilat û başûrê Minbicê de 14 çete hatin kuştin.”

Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Wezareta Dadê: Di şewatê de 78 kesan jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Dadê: Di şewatê de 78 kesan jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Dadê got: “Di şewata li Boluyê de tevahiya nasnameyan hatin tespîtkirin. Di şewatê de 78 kesan jiyana xwe ji dest dan.”

Li belavkarê rojnameyê Aslan 10 meh cezayê hefsê hate birîn
Li belavkarê rojnameyê Aslan 10 meh cezayê hefsê hate birîn

Bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 10 meh cezayê hefsê dan belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê Umît Aslan.

Tirkiye biryara DMME’yê ya têkildarî ‘Taniş û Denîz’ bicih nayîne
Tirkiye biryara DMME’yê ya têkildarî ‘Taniş û Denîz’ bicih nayîne

Serdar Taniş û Ebubekir Denîz di dema binçavkirinê de hatibûn windakirin û DMME'yê jî Tirkiye mehkûm kiribû. Parêzerê Taniş û Denîz, Hakîm Taniş got ku Tirkiye biryara DMME’yê bicih nayîne.

Niştecihên Kadikoyê têkildarî nîqaşên ‘çareseriyê’ çi dibêjin?
Niştecihên Kadikoyê têkildarî nîqaşên ‘çareseriyê’ çi dibêjin?

Niştecihên Kadikoyê têkildarî nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka kurd nirxand axivîn û diyar kirin ku divê pirsgirêk çareser bibe û gotin, "Eger ji bo vê hezar carî pêwîstî bi çûyîna Îmraliyê heye, divê biçin."

HDK’ê ji muxalefetê re got: Em bi xwe qadên azadiyê ava bikin
HDK’ê ji muxalefetê re got: Em bi xwe qadên azadiyê ava bikin

Endamê Meclisa Giştî ya HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku yek ji sedema têkçûna pêvajoyên çareseriya pirsgirêka Kurd ên heta niha jî dûrmayina muxalefetê bû û wiha got: "Wer in em bi hev re qadên azadiyê ava bikin.”

Saziyên ragihandinê: Dixwazin rojnamegeran bitirsînin
Saziyên ragihandinê: Dixwazin rojnamegeran bitirsînin

Di demên dawî zextên li ser rojnamegeran zêde bûn. Herî dawî rojnameger hatin qetilkirin, 13 rojnameger hatin girtin û der barê 4 rojnamegrean de lêpirsîn hat vekirin. Nûnerên saziyên ragihandinê bertek nîşanî zextan dan û gotin ku dewlet dixwaze hewaya tirsê biafirîne.

'Binpêkirinên li girtîgehan girêdayî tecrîda li Îmraliyê ye’
'Binpêkirinên li girtîgehan girêdayî tecrîda li Îmraliyê ye’

Berdevka Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê Ayşe Şehrîban Demîrel bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan û got: "Binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê girêdayî binpêkirinên li Îmraliyê ne."

‘Divê Erdogan hay ji zimanê xwe û pratîkên xwe hebe'
‘Divê Erdogan hay ji zimanê xwe û pratîkên xwe hebe'

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê ku bang li her kesî kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi berpirsyarî rabin, destnîşan kirin ku divê ziman û pratîka desthilata AKP'ê li gorî pêvajoyê biguhere.

Rojnameger Cîhan: Gel paş de gav navêje, li ber xwe dide
Rojnameger Cîhan: Gel paş de gav navêje, li ber xwe dide

Rojnameger Dogan Cîhan diyar kir ku êrişên Tirkiye û SMO'yê yên yên li dijî Bendava Tişrînê dewam dikin û got: "Tevî hemû êrişên Tirkiyeyê jî gel paşve gav navêje. Li herêmê peymanên navneteweyî û hiqûqa şer tên binpêkirin."

Guldane Kiliç a ÎHD'î: Divê tecrîd bê rakirin, rêya muzakereyê bê vekirin
Guldane Kiliç a ÎHD'î: Divê tecrîd bê rakirin, rêya muzakereyê bê vekirin

Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Qersê Guldane Kiliçê destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd beriya her tiştî divê tecrîd bi temamî were rakirin û rêyên muzakereyê bên vekirin.

Rewşa girtiyê ku gardiyanan parxan û diranên wî şikandin xerab dibe
Rewşa girtiyê ku gardiyanan parxan û diranên wî şikandin xerab dibe

Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiyê ya girtiyê bi navê Ahmet Kaya yê ku di êrişa gardiyanan de parxan û diranên wî şikestin, ji ber ku piştî êrişê nehat dermankirin xerab bûye û hestiyên çena wî dihelin.

ROJEVA 23’YÊ ÇILEYA 2025’AN
ROJEVA 23’YÊ ÇILEYA 2025’AN

< 427 428 429 430 431 > Rupel 429 / 5.358