Tirkiyeyê wesayîta pêşmergayan bombebaran kir
Hat zanîn ku li bajarê Dihokê yê Herêma Federe ya Kurdistanê wesayîteke pêşmergeyan ji hêla Tirkiyeyê ve hate bombebarankirin.
Balafirên şer Sirînê bombebaran dikin
Balafirên şer ên dewleta tirk bajarokê Sirînê yê Kobanê bombebaran dikin.
‘Yên êrişî Kobanê dikin dê aqûbeta DAIŞ’ê bijîn’
Di daxuyaniyên bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê hatine dayin de bal kişandin ser êrişên dewleta tirk û wiha hate gotin: “Yên êrişî Kobanê dikin dê aqûbeta DAIŞ’ê bijîn.”
Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 19’an de didome
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê li Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin di roja 19’an de didome.
Bayindir ji AKP’ê re got: Çareserî, naskirina statûya Rojava ye
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di kampanyaya “Ji Rojava re statû, ji bo gelan azadî” de axivî û got: “Divê her kes xwedî li Rojava derkeve. Çareseriya pirsgirêka Kurd, ji naskirina statûya Rojava re derbas dibe.”
Ji Amedê bang kirin: Tişta li Xezeyê sûc çawa ji bo Tişrînê rewa dibe?
Hedefgirtina sivîlan û xebatkarên tenduristiyê ya li Tişrînê li Amedê hate protestokirin û wiha ji îktîdarê re hate gotin: “Tişta ji bo Xezeyê sûc li Tişrînê çawa rewa dibe?”
Rêveberiya Xweser: Ruhê Kobanê li Tişrînê didome
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê daxuyanî da û wiha got: “Ruhê Kobanê îro li Tişrînê didome û bi ser dikeve.”
Hatina Trump dê bandoreke çawa li Rojhilata Navîn bike?
Rojnameger Aykan Sever diyar kir Trump dê bandorê li herêmê bike û wiha got: “Trump, bi destê Îsraîlê li Rojhilata Navîn pêvajoya dîzaynkirinê didomîne. Çareseriya herêmê, bi fikra Konfederalîzma Demokratîk dibe.”
Ji 419 rêxistin û partiyan deklarasyon: Ji Rojava re statû, ji bo gelan azadî
Li Amedê 419 partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk ji bo naskirina statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kirin.
Li Amedê serdegirtina malê
Welatiyê bi navê Mûrat Ogut di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin.
Eyşe Efendî: Li Bendava Tişrînê berxwedana Kobanê tê dubarekirin
Eyşe Efendî diyar kir ku sînorên 100 sal berê di navbera Kurdan de hatine danîn 10 sal berê li Kobanê hatine bêwatekirin û wiha got: “Li Kobanê ev 10 sal in saet ji 3 kêm 10 deqe ye û têkoşîna azadiyê didome.”
Li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê greva birçîbûnê hat destpêkirin
Girtiyê li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê ragihandin ku li dijî miamileya xerab dest bi greva birçîbûnê kirine.
Li girtiyê nexweş ê 78 salî di dema tedawiyê de kelemçeyê ferz dikin
Girtiyê nexweş Îsa Ozgan ê 78 salî, li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin û hat zanîn ku di dema muayeneyê de kelemçekirina destên wî lê hatiye ferzkirin û cendirmeyan jî heqaret lê kirine.
Girtiyê nexweş tevî rewşa xwe ya xetere jî nayê berdan
Şîmel Çam ku keça girtiyê nexweş mehmet Emîn Çam e, diyar kir ku berdana bişert a bavê wê dê di sala 2028’an de be û got: “Em dixwazin bavê min tavilê bê berdan. Demarên mejiyê wî xitimî ne û tumor mezin bûye. Dibe ku di carekê de xwîn biçe ser mejiyê wî.”
Encamnameya panela ‘Pêşeroja Rojava’ hat eşkerekirin
Siyasetmedar, rewşenbîr û aktîvîstên civaka sivîl ji bo nîqaşkirina pêşeroja Bakur û Rojhilata Sûriyeyê li Silêmaniyeyê hatin gel hev û encamnameya panela xwe eşkere kirin.