Mazlum Ebdî: Me daxwazên xwe ji Şamê re gotin, li benda bersivê ne
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku di mijara yekparetiya xaka Sûriyeyê û çareseriya siyasî de di navbera wan û rêveberiya Şamê de ji hêla nêrînê ve pirsgirêk tune ye û got: “Ji bo çareseriyê me daxwazên xwe jê re gotin û em li benda bersivê ne.”
Besê Hozat: Ji bo Rêber Apo bikare bang bike divê tecrîd bê rakirin
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat got: “Ji bo Rêber Apo bikare bang bike divê tecrîd bê rakirin.” Besê Hozat, da zanîn ku heta niha tu peyam ji wan re neçûne û got ku heke dewlet polîtîkaya çareseriyê deyne holê, ew dikarin mijara berdana çekan nîqaş bikin.
'Li hundir aştî, li derve jî şer nabe'
Nûnerên saziyên ku kampanyaya "Ji Rojava re statu, ji gelan re azadî" îmze kirin, bal kişandin ser gengeşeyên li ser pirsgirêka kurd û gotin: "Gava li hundir doza aştiyê bê kirin, divê li derve komkujî neyên kirin."
'Pêkanînên antîdemokratîk wê bi ser nekevin'
Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar ê ku dema mamoste bû ji ber tevlî xebatên sendîkayan bû hat girtin û serbest hat berdan, diyar kir ku divê desthilat dest ji polîtîkayên ku zirarê dide edaletê berde û got ku ev polîtîka wê bi ser nekevin.
Ji Dikana Piştgiriyê ya Hêviyê alîkarî ji bo 2 hezar malbatan
Dikana Piştgiriya Jinan a Hêvî ya Şaredariya Silopiyayê xwe gihand 2 hezar malbatên hewcedar. Ceylan Denîzê ji bo hîn bêtir bigihîjin malbatan banga "alîkariya ji bo dikanê" kir.
Dewleta tirk li Ranyayê wesayîtek bombebaran kir:4 sivîl hatin qetilkirin
Dewleta tirk li navçeya Ranyayê ya Silêmaniyeyê wesayîtek bombebaran kir. Li gorî agahiyan, 3 welatiyên sivîl ên di wesayîtê de hatin qetilkirin.
Li Depê çalakiya ‘Ji bo Rojava re statu ji gelan re azadî’ hat lidarxistin
Bi daxwaza naskirina statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Depê daxuyanî hate dayin.
Bernameya Enqereyê ya Platforma Parastina Bajar a Amedê diyar bû
Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê bernameya xwe ya hevdîtinên li Enqereyê diyar kir.
Zextên li ser rojnamegeran dê li Amedê bên protestokirin
DFG û MKG ji bo balê bikişînin ser zextên ser rojnamegeran ku roj bi roj zêdetir dibin, dê li Amedê daxuyaniyê bidin.
HSD'ê bîlançoya pevçûnên 24 saetên dawî eşkere kir
Navenda Ragihandina HSD’ê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan de li gundewarên Minbicê de 8 endamên komên paramîlîter hatine kuştin.
Dewleta tirk êrişî gundên Dihokê kir: 2 welatî hatin qetilkirin
Dewleta tirk bi balafirên şer êrişî gundên Dihokê kir. Di êrişê de 2 welatî hatin qetilkirin.
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê Meclis tavilê înîsiyatîfê li xwe bigire
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku ji bo têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd çarçoveyeke qanûnî çêbibe divê Meclis tavilê înîsiyatîfê li xwe bigire.
Doza Sereke ya JÎTEM’ê bi hinceta demborînê hat betalkirin
Bi hinceta demborînê Doza Sereke ya JÎTEM’ê hate betalkirin.
Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê li Enqereyê hevdîtinan bike
Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê bi rojeva çareseriya pirsgirêka Kurd li Enqereyê bi Serokê Meclisê û partiyên siyasî re hevdîtinan bike.