Ji Şaredariya Îdirê xebatên ji bo jinan
Şaredariya Îdirê ya DEM Partiyê, Bazara Keda Jinan û Navenda Jiyana Jinan ava kir. Hevşaredar Nejla Kumê got ku ji bo îstîhdamkirina jinan dê projeyên cuda pêk bînin.
Bi lêgerîna li hundirê dev dermankirina wî tê astengkirin
Girtiyê bi navê Mehmet Şîrîn Kaya bi rêya malbata xwe ragihand ku ji ber ku li dijî lêgerîna li hundirê dev rabûye nayê dermankirin û cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn.
Şandeya ÇHD'ê ku çû Kartalkayayê: Me xwe negihand dozgeran
Parêzerên ÇHD'ê yên li otela li Kartalkaya ku 78 kesan jiyana xwe ji dest dabûn lêkolîn kirin, diyar kirin ku li edliyeyê û qada şewatê xwe negihandine dozgeran.
Hûrguliyên hevdîtina Îmraliyê
Di hevdîtina Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re yek bi yek gelek mijar hatin nîqaşkirin, rayedarên DEM Partiyê diyar kirin ku Abdullah Ocalan ji bo perspektîfa çareseriya dîrokî ya ku Sûriye-Iraq-Tirkiye û Îranê ji destwerdanên emperyalîst rizgar bike amadekariyê dike .
Parêzeran ji ber biryara beraetê ya di Doza Tahir Elçî de serî li AYM’ê dan
Parêzerên Doza Tahir Elçî ji bo betalkirina biryara beraetkirina polîsan serî li dadgeha îstînafê dabûn. Dadgehê îstînafê îtîraz red kir. Li ser vê yekê parêzeran serî li AYM’ê dan.
Nobeta li Tişrînê di roja 17’an de didome
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê li Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin di roja 17’an de didome.
Rojnameger Eylem Babayîgît sewqî edliyeyê hate kirin
Rojnameger Eylem Babayîgît ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatibû binçavkirin, sewqî edliyeyê hate kirin.
Rêveberiya Xweser a Şengalê bertek nîşanî Qanûna Efûya Giştî da
Rêveberiya Xweser a Şengalê bertek nîşanî Qanûna Efûya Giştî ku ji hêla Parlamentoya Iraqê ve hate qebûlkirin da. Rêveberiya Xweser diyar kir ku dê DAIŞ’î jî ji efûyê sûdê bigirin û xwest bê betalkirin.
38 ESP’î bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş jî di nav de 38 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Li Akdenîzê çalakiya nobetê: Heta qeyûm diçe dê têkoşîn bidome
Di çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Akdenîzê li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin de çalakvanan gotin ku heta sepana tayînkirina qeyûman bi dawî dibe dê têkoşîna xwe bidomînin.
Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dev ji van polîtîkayan berdin
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn bal kişand ser operasyona binçavkirinê ya li dijî ESP’ê û bang li îktîdarê kir ku dev ji van polîtîkayan berde.
Hevşaredar Sariyildiz sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
Hevşaredarê Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz ku hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin, sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hate kirin.
HSD: 9 çete hatin kuştin
HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan de 9 endamên komên paramîlîter hatine kuştin û 11 jî birîndar bûn.