Tehliyeya Kandemîr bi hinceta ‘greva birçîbûnê’ taloq kirin
Tehliyeya Emrah Kandemîr bi hinceta tev li çalakiya greva birçîbûnê bûye 6 mehan hate taloqkirin.
'Kî çi stratejiyê ava dike bila bike, lê mecbûr e HSD'ê bibîne'
Rojnameger-Nivîskar Aykan Sever got: "Heta ku berxwedana HSD'ê bidome, kî çi stratejiyê ava bike bila ava bike, mecbûr e pozîsyona HSD'ê jî bibîne."
Rojnameger Germiyanî: Li dijî qetilkirina rojnamegeran pêdivî bi helwesteke navneteweyî heye
Rojnameger Baran Germiyanî diyar kir ku li Herêma Federe ya Kurdistanê xetere li ser jiyana rojnamegeran heye û got: “Lewma gelekî girîng e ku li dijî van êrişan helwesteke navneteweyî were nîşandan.”
Her sal di 15'ê Sibatê de rojî digire: Wê komploger winda bikin
Dayika Aştiyê Rewşan Doner ku her sal bi rojiya 15'ê Sibatê komploya li dijî Abdullah Ocalan şermezar dike got: "Di sala 2025'an de yên ku 15'ê Sibatê ji bo me kirin 'Roja Reş' wê winda bikin."
Gel ev 3 roj e li pêşiya şaredariyê li ber xwe dide
Çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye destpêkirin tevî hewayê sar jî di roja 3’yan de didome. Li ser daxwazê dê şaredarî şahiya ciwanan li dar bixe.
Dadgeha Bilind cezayê ‘endamtiyê’ yê Ayşe Gokkkan betal kir
Dadgeha Bilind cezayê girtîgehê yê 19 sal û 6 mehan ku 2 caran bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Berdevka Demê ya berê ya TJA’yê Ayşe Gokkan hatibû birîn, betal kir.
Ma Music çû serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê
Şandeya Ma Musicê di çarçoveya kampanyaya “Milyonek pirtûk milyonek zarok” de çû serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê.
Amedsporê banga îstîfayê li Midûriyeta Ciwan û Sporê kir
Desteya Rêveberiyê ya Amedsporê û endamên Lijneya Şêwrê ya Bilind banga îstîfayê li Midûriyeta Ciwan û Sporê ya Amedê kir ku demekî dirêje pirsgirêkên stadê çareser nake.
Di çalakiya li Akdenîzê de bertek nîşanî cezayê li Zeydan hatiye birîn dan
Di çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîzê de cezayê li Abdullah Zeydan hatiye birîn hate protestokirin.
Dewleta tirk Binarê Qendîlê bombebaran kir
Dewleta tirk bi balafirên şer herêma Binarê Qendîlê bombebaran kir.
Ji bo Koyluoglû mewlûd hat dayin: Dê peyrewên wî têkoşîna heqîqetê bidomînin
Di şîna rojnameger Azîz Koyluoglû de ku ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatibû qetilkirin mewlûd hate dayin.
Îdianameya Îmamoglû hate qebûlkirin
Îdianameya der heqê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de ji hêla 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve hate qebûlkirin.
Cezayê hefsa malê yê rojnameger Akyuz hate rakirin
Rojnameger Delal Akyuz di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de dihat darizandin û cezayê hefsa malê lê hatibû birîn. Biryara hefa malê hate betalkirin.
Rojnameger Samî Yilmaz hate binçavkirin
Rojnameger Samî Yilmaz li Mêrsînê di serdegirtina malê de hate binçavkirin.